Li şûna ambulansê ji wesayîta zirxî anonsa 'teslîm bibin'

14:33

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê wezayîtên zirxî yên avahiya 37 kes asê man û ji wan 9 kesan jiyana xwe ji dest dan dorpêç kirine û hate hînbûn ku ji wesayîtên zirxî anonsa "teslîm bibin" li birîdaran tê kirin. Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç wiha got: "Li vir dixwazin me înfaz bikin."

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemîna avahiyekî ya li taxa Cûdiyê birîndarên ku ev 14 roj in li benda alîkariyê ne, derketibû holê ku li avahiyekî din jî 37 birîndar asê manê. Ji 37 birîndaran ji ber topebaranê 9 kes bi şewatê jiyana xwe ji dest dan. Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç diyar kir ku avahî ji aliyê wesayîtên zirxî ve hate dorpêçkirin û panzera ku hatiye ber deriyê avahiyê anonsên "teslîm bibin, heke nebin hûn berpirsyar in" tê kirin.

Mehmet destnîşan kir ku avahiyê ji bilî birîndaran kes tuneye û wiha axivî: "Li vir tu kesên çekdar tune ne. Li vir dixwazin me înfaz bikin. Dixwazin qatlîamê li vir pêk bînin."

Duh şevê agahiya ku li taxa Cûdiyê li jêrzemîna malekî din de 37 birîndar hene û ji ber topebaranê jî qatên jorê ya avahiyê şewitiye hatibû. Piştî agahiya şewatê ekîbên îtfaiyeya Şaredariya Cizîrê hewl dabûn biçin avahiyê yê hêzên dewletê bi hinceta "pevçûn heye" paşve vegerandibû. Serê sibehê jî Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç aşekera kiribû ku ji birîndaran 9 kes bi şewatê jiyana xwe ji dest dane.

Hate hînbûn ku li jêrzemîna avahiyê de şewat sekiniye lê di qatê 4. de hê jî dû bilind dibe.

(rc)