Li Ekvatorê jin Tayyip Erdogan protesto kirin
14:51
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokomarê tirk Recep Tayyip Erdogan dema li meclisa Ekvatorê diaxivî ji hêla jinên endamên meclisê ve hate protestokirin û pankartên ‘Qatil Erdogan' û ‘Erdogan DAIŞ' vekirin.
Li gorî agahiyan Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di çarçoveya ziyareta Başûrê Amerîkayê de duh çûbû Ekvatorê û îro li meclisa wî welatî wê axavtineke bikira. Hat ragihandin ku dema Serokomar Erdogan diçû meclisê ji hêla gelek kesan ve li derveyî avahiya meclisê hate proteskirin. Piştî ku Erdogan li meclisê dest bi axavtina xwe kir ji hêla jinên endamên meclisê ve hate protestokirin û jinan pankartê ‘Qatil Erdogan' û ‘Erdogan DAIŞ' vekirin.
(rc)