'Em ne alîgirên şer in, alîgê aştiyê ne' - HATE NÛKIRIN

JINHA

STANBOL/ÎZMÎR - Pêngava Jinan a ji bo Aştiyê (BÎKG) ji bo komkujî û dorpêçên li Botanê tên kirin bang li hemû jinan kir ku berê xwe bidin cihên di bin dorpêçê dene. Jinên Stanbol û Îzmîrê ji li ser vê bangê berên xwe dan navçeya Sura Amedê ku ev 66 roj e dibin dorpêçê deye.

BÎKG ji bo êrîş û dorpêçên li Bakûrê Kudistanê tên meşandin banga piştiriya berxwedanê kiribû. Bi hezaran jin li Stanbolê bi dirûşmeya "Em ne aligirên şer, aligirê aştiyê ne. Em aştî û rastekiniyê diparêzin" ji bo bicin navçeya Surê ya Amedê ya ku ev 66 rojin dibin dorpêça heza dewletê de ye ketin rê. Jinên ku gotin em aligirên jiyanê ne li ber avahiya Daireya Zewîcandinê ya Kadikoyê li hev kombûn. Aktîfîsta BÎKG'ê Süheyla Ocak daxuyanî da û got ku li Kurdistanê li gelek bajaran qetlîam tên meşandin û ew wek jin destûrê nadin ketlîaman.

'Êdî tu tahamûla me tu ne ku kesek din bimire'

Suheyla 28 welatiyên sivîl ên ku li Cizrê di bin bodromê de bibirxist û wiha axivî: "Ambulansên ku diçin hewariya birîndaran bi tu awayî destûr nayê dayîn ku xwe bigihinin wan. Li heremê bi hezaran sîvîl tên qetîlkirin. Em ne aligirên mirinan in. Êdî tu tahamula me tune ku em agahiya mirinekdîn bibihisin." Bi sedan jinên ku gotin "Em ji alîgirê jiyanê ne" piştî axaftinê berên xwe dan navçeya Surê ya Amedê. Jinan diyar kirin ku dê li tevlî nobeta ku li Parqa Sumerê tê kirin bibin û heya 6 Sibatê dê li wir bin.

Jin ji Îzmîrê ji ketin rê

Bi sedan jin li Îzmîrê jî li ser banga BÎKG'ê ji bo tevlî nobeta li Parqa Sumerê tê kirin bibin li Bornovayê li hev kombûn. Jinên ku dixwestin di seatên sibê de bikevin rê rastî astengiyê polîsan hatin. Aktîfista YDK'ê Dîlan Akarsû berî bikevin rê axivî û diyar kir ku ew ji bo jiyanek azad û aştiyê berên xwe didin Amedê.

Jinên li Otogarê li hev kombûn li otobûsên xwe siwarbûn û ber bi rêya Amedê ve ketin rê.

(ho/rc)