Tîmên taybet nûçegihanên me tarp kirin û gule bera wan dan
15:54
JINHA
ŞIRNEX - Hêzên dewletê piştî êrîşê sê taxên Şirnexê kir pêvçûn rû da. Nûçegihanên me Dîlan Karamanoglu û Aysel Işik yên ku çûn nexweşxanê ji bo şopandina nûçeyan rastî êrîşê tîmên taybet hatin. Polîsan nûçegihanên me darp kir û dûvre gule bera wan da.
Li taxên Bahçelîevler, Dîcle û Yenîmahalle yên Şirnexê piştî ku hêzên dewletê êrîş kirin, di navbera hêzên dewletê û hêzên YPS-YPS/Jin de pevçûnên dijwar qewimîn û di encamê de zaroka bi navê Zehra Çevîk ji piyê xwe ve birîndar bû û her wiha Mehmet Siddik Tekmen jî yê ku ji serê xwe birîndar bûye hêj negihêştiye Nexweşxaneya Dewletê yê Şirnexê jiyana xwe ji dest da. Piştî agahiyê pênç birîndar hatin girtin nûçegihana me Dîlan Karamanoglu û Aysel Işik dema diçûn şopandina nûçeyê rastî êrîşê tîmên taybet hatin. Nûçegihanên me Dîlan û Aysel yên ji bo girtina agahî derbarê kesê jiyana xwe ji dest dayî, li ber deriyê morgê rawestiyabûn, rastî êrîşê polîsan yê bi pehîn hatin. Piştî Aysel û Dîlan derbasî beşa lezgîn bûn polîsan gule reşand ser wan. Nûçegihanên me û kesên di nexweşxanê de bi şansî rizgar bûn. Polîsan gefên zayendî û xirab li nûçegihanen me xarin.
(rc)