Dayîkên Aştiyê li avahiya NY'yê dest bi greva birçîbûnê kirin

16:34

JINHA

ENQERE - Li Enqerê Dayikên Aştiyê ji bo komkujiyên li Kurdistanê were rawestandin û birîndarên li Cizîrê werin girtin bi rayedarên NY'yê re hevdîtin kirin û ji ber ku hevdîtina wan bê encam ma li avahiya NY'yê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Dayikên Aştiyê li hemberî komkujiyên li Kurdistanê ketin nav tevgerê. Endamên Dayîkên Aştiyê yên Stenbol, Enqere û Îzmîrê ji bo rê li ber komkujiyan bigirin û birîndarên li Cizîrê werin girtin ev du roj in ku li Enqerê hevdîtinan dikin. Dayîkên ku ji hevdîtinên xwe yên li Meclîsê encam negirtin îro çûn Nûnertiya Tirkiyeyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û daxwaza hevdîtinê kirin. Dayikên ku bi rayedaran re hevdîtin kirin diyar kirin ku ew dixwazin bi şandeyeke serbixwe ya NY'yê re bi lezgînî biçin Cizîrê û xwe bigihînin birîndaran. Rayedarên NY'yê di bersiva xwe de diyar kirin ku ew nikarin vê daxwazê pêk bînin.

Dayikên Aştiyê nêzî du saetan hewl dan ku rayedarên NY'yê îqna bikin lê ji ber ku encam nehat girtin biryar dan ku di avahiya NY'yê de dest bi greva birçîbûnê bikin. Dê Dayikên Aştiyê heya daxwaza wan pêk were çalakiya xwe berdewam bikin.

Di vê navberê de, du wesayîtên polîsan jî hatin ber avahiya NY'yê.

(rc)