'Êrîşên Tirkiyê hember serkeftina gelê Kurde'
09:02
Jînda Azad/JINHA
TIL TEMIR - Endama Meclîsa PYD'ê Menal Mihemed û Rêveberiya Jinê Gulîstan Xelef di derbarên êrîşên dewleta Tirkiyê a li ser gelê bakûrê Kurdistanê nirxandin û gotin "Dewleta Tirkiyê dixwaze vîna gelê Kurd bişkîne."
Jinên Rojava bertekên xwe li hember êrîşê dewleta Tirkiyê a hember bajarên Kurdistanê anîn ziman. Endama Meclîsa PYD'ê Menal Mihemed bal kişand ser serkeftinên gelê Kurd û li hember vê yekê bê tehmûliya dewleta Tirkê. Menal got, "Sedema êrîşa dewleta tirkiyê yê li hember gelê bakûr bingeha têkçûna siyasetê wane. Mirov dikare wiha jî pênase bike hikûmeta AKP'ê bi teybet jî piştî serkeftina hilbijartina 7'3e Hezîranê dîsa destkeftinên YPG û YPJ'ê di Kobanê, Holê, Çiyayê Kizwanan û Girê Spî de hazim nekir. nekarî hezim bike. Dewleta Tirkiyê dixwaze ku îrada gelê Kurd bişkîne û bi vê re jî dixwazên gelên bindest ê azadî û demokrasiye hilweşîne. Rêxistinên jinên Kurd hêviyek mezin ava dike û em di we baweriyedene ku wê bi pêşengiya jinên Kurd xweseriya Demokratîk hebûna xwe mezin bike. Em dibjin divê tevahî jinên azadîxwaz piştgiriye bidin berxwedana bê hempa a bakûrê Kurdistane."
Ji Rêveberiya Jin Gulîstan Xelf di heman mijarê de nêrîn da û got, "Şoreş şoreşa jinê ye û îro jinên Rojava her astî de xwe îfade dikin. Jin hêza xwe yê cewherî dîtin bi vê baweriyê jî tevlî YPJ ê bûn û cihe xwe çeperên herî pêş de girtin. Em bawerin ku jinên bakûrê Kurdistanê jî bi YPS-Jin re hêza xwe ya cewherî derxînin holê. Divê gelê bakûr zanibin ew ne bi tenê ne."
(rc)