'Nûçegihan li Kurdistanê tevî tehlûkeyê mirinê jî dixebitin'

09:02

Şehrîban Aslan/JINHA

AMED - Rojnamegerên ku ji bo hevgirtina bi rojnamegerên li Kurdistanê re hatin Kurdistanê diyar kirin dê heya dawî nobeta nûçeyan bigrin. Ji rojnamegeran Evrîm Kurtogul yê ku tevî me dixebite diyar kir ku rojnameger li Kurdistanê tevî tehlûkeyê mirinê jî dixebitin û nûçegihana BBC Hatîce Kamer jî qala tundiyê ku pêk tê kir.

Rojnamegerên ku navê Koma Koordînasyona Nobeta Hevgirtinê li xwe kirin û ji bo hevgirtina bi rojnamegerên li Kurdistanê re hatin Amedê nobeta xwe didomînin. Rojnamegeran diyar kirin ku dê bi aweyek dorveger heya mehê Adarê "Nobeda nûçeyan" bigrin. Nobeta despêkê Ayşe Yildirim, Ceren Sozerî, Celal Başlangiç, Ergun Babahan, Evrim Kurtoglu, Onder Oner, Tunca Ogreten û Saîd Sefa tevlîbûn. Evrîm Kurtoglu li Amedê û Ceren Sozerî jî tevî nûçegihanên JINHA'yê dest bi şopandina nûçeyan kirin.

'Gelê li kolanan hatin gulebaran kirin'

Evrîm yê ku ji bo şopandina nûçeyê çûbû Surê wiha nêrînê xwe anî ziman, "Dema ez ketim Surê min hizir dikir ku bê dengî û aramî hebe. Lê bi ketina min re lêgerîna polîsan re rast hatim. Nêrînê polîsên mêr mirovan gelek aciz dike. Mirov vê yekê ber bi çav dibîne. Mirov li kolanan digeriyan. Ên ku li Sûrê digerîn û dora dikanên xwe sererast dikirin jî hebû. Lê gelek dengê teqînê dihat. Me jî dixwast nêrînê gel bistînin. Lê bi yek carê dengê guleyan hat, gelê li kolanan hatin gulebaran kirin. Cara yekeme ez rastî gulebaranê têm. Bêdengî û aramiya gel yê wê rojê polîsan bi gulebarandinê xwestin xirab bikin."

'Nûçegihan tevî tehlûkeyê mirinê jî dixebitin'

Evrîm wiha dirêjî da gotina xwe, "Mirov dema ku ji Surê dertên dilê xwe li şûn xwe dihêlin. Di rastiyê de naxwazin derên lê rastî koçberiyê bi zorê tê hêştin. Ez hînê tiştek din bûm, gel jî rojnameger jî riyên ku bikar tînin carek din têre naçin. Nûçegihanên vir tevî tehlûkeyê mirinê jî dixebitin. Gel jî ji bo bijîn wiha dikin. Ne tenê wek nûçegihan wek jinek nûçegihan di şertên wiha de nûçe şopandin zehmete."

'Nûçegihantî li herêmê di bin vê şert û mercê de zehmete'

Nûçegihana BBC Hatîce Kamer rewşên ku li herêmên Kurdistanê diqewime wek nûçegihanek jin vegot. Hatîce destnîşan kir ku di demên dawî de şîdet û tûndî giran bûye û wiha dirêjî da gotina xwe, "Bêy ku ferq bixin navbera jin û mêr de heman pêk anînan dikin. Ewlekariya jiyana me qet nîne û diwarê fîzîkî de jî em zehmetî dikêşin. Nêzî 7 mehin jiyana me bi qedexeyan ve bohûrî. Çavkaniyê jiyanê ji holê tên rakirin. Jiyana li herêmê her ku diçe girantir dibe."

Hatîce di dawiya gotina xwede anî ziman ku êdî ew hêvî dikin nûçeyên jiyanê ne yê mirinan çêbikin.

(rc)