Konferans bi biryarên girîng bi dawî bû

09:39

JINHA

DÊRIK - Konferansa Jinên Sûriyê ji bo aştî û demokrasiyê bi dirûşmeya 'Jina Azad Misogeriya Sûriyeke Demokratîk e' bi dawî bû.

Li Salona Azar a Dêrikê bi beşdariya pêkhateyên jin ên Suriyê 'Konferansa Jinên Sûriyê Ji Bo Aştî û Demokrasiyê' hate lidarxistin. Di Konferansê de ji pêkhateyên Sûriyê 84 delege beşdar bûn. Piştî ku ji hêla komîteya amadekar ve bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî xêrhatina Konferansê hate kirin ji bo şehîdan deqeyek rêz hate girtin û rûnştina konferansê destpêkir. Piştî axaftina vekirinê konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Li gor hate hînbûn di bernameya konferansê de hilbijartina dîwanê, belgeya siyasî ji bo Sûriyeya Demokratîk ku ji hêla komîteya amadekar a Konferansê ve hatibû amade kirin hatiye xwendin û nîqaşkirin. Hate hînbûn ku di vê belgeya siyasî ku pêşkêşî Konferansê hate kirin rêgezên hevbeş destnîşan bûne. Rêgezên di belgeyê de wiha ne;

Rêgezên Hevbeş ên Konferansê

* Ji bo misogeriya tevlîkirina jinê di çalekiya siyasi ya hevdîtinan aştiyane de têkoşîn were kirin.

* Hewldan ji bo sekinandina komkuji, şer, koçberî û hemû rengên tundiyê yên li ser axa Sûriyê.

* Bidawî kirina pergala desthilatdar û xwe gihandina Sûriye ya Demokratîk pir-reng û ne navendî.

* pêşxistina çalekiyên aştiyane ji bo çareseriya siyasi pêşbikeve.

* Parastina zarokan û astengdaran.

* Xebat ji bo jin di destûrnameya Sûriyeya Demokratîk de cih bigire. Ji bo ku mafê xwe li ser esasê jiyaneke hevpar û wekhev bixe misogeriyê.

* Ji bo parastina mafên xwe esasgirtina Zagonên Jin.

* Parastina jinê wek maf û erkeke rewa were dîtin.

* Ji bo girtiyên siyasî werin berdan û yên koçber bûne bizivirin zemîn were avakirin. Ambargoya li ser tev herêman were rakirin.

* Karkirin li ser aliyan ji bo şer were rawestandin.

Di belgeya ji bo Sûriyeya Demokratîk de bi berfirehî pirsgirêk û qeyrana Sûriyê û bandora vê şerê li ser jinê hatiye bidestgirtin û tê xwestin ji bo derbaskirina vê rewşê jinên di Sûriyê de li hev bicivin û ji hêla xwe ve yekdengiyekê ava bikin. Wek pêngava vê ya pratîk biryar hate girtin Heyeta Jinên Azad a Sûriyê ku ji 11 kesan pêk bê ji wan 5 Kurd, 3'ê Suryan û 3'ê Ereb bin avabibe. Ev heyet wê ji bo lidarxistina kongreya jinên Sûriyê xebat bimeşîne.

Daxuyaniya Konferansa Jinên Sûriyê

Di dawiya konferansê de bi daxuyaniyekê encamnameya konferansê hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Konferansa me ya jinên suriye ji bo aştî û azadiya civakên Sûriyê bi durûşmeya 'Jina Azad Misogeriya Sûriya Demokratîk e' destpêkir. Di Konferansa me de jin ji rêxistinên siyasî, civakî beşdar bûne. Ev konferans bi armanca yekirina îrade û hêza jinan û gihîştina sîstemeke ku jin tê de çalak bibe hatiye lidarxistin. Bi vê ve girêdayî Konferans bi armanca pêşxistina kar û xebatên hevpar yên demokratîkirina Sûriyê û ji bo derxistina hêza jinê di warê siyasî û civakî de, ji bo ku bibe xwedî biryarên avakirina civakeke nû û azad, hatiye lidarxistin."

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di konferansê de biryar hatiye girtin ku bi navê 'Heyeta Jinên azad a Sûriyê' heyetek avabibe ji tevahî pêkhateyên Sûriyê. Daxuyanî wiha berdewam kir, "Ev heyet wê ji bo pêkanîna Kongreya jinên Sûriye di nava 3'ê mehan de amedekariyê bike. Her wiha erka vê heyetê ye ku belgenameyên Kongreyê amade bike û xwe bigihîne tevahî rêxistinên jinan li derve û hundirê welat. Ji bo ku tevlîbûneke berfereh ji projeya nû ya jinan re çêbibe. Her wiha dê heyet komîteyeke huqûqî birêxistin bike ku karibe belgenameyeke ku tê de mafên jinê di zagona bingehîn a Sûriyê de biparêze, amade bike."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevayî jinên di Sûriyê de hate kirin ku tevlî xebatên Heyeta Jinên Azad a Sûriyê bibin da ku bi hevre projeya demokratîkirina Sûriye pêş bixin. Daxuyaniya konferansê bi vê gotinê bidawî bû: "Weke jin pêwîste ku em tevlî tevahî çalakî û danûstendinên siyasî yên ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriye bibin. Şehîdên şoreşa Sûriye nemirin. Ji bo demokratîkirin û azadiya Sûriye bijî yekîtî û hevgirtina jinan di Sûriyê de pêwîste."

(kom/rc)