'15'ê Sibatê roja daketina qadan e'
10:07
Şengar Bradost/JINHA
QENDÎL - Jinên ciwan û xwendevan ên binarî Qendîl li Başurê Kurdistanê di derbarê tecrîda giran kirî û komploya ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên ser Bakurê Kurdistanê de axivîn û gotin: "Tecrîd tê wateya berdewamiya komkujiyan li hember gelê Kurd."
Li gelek deverên Kurdistan û cîhanê ji bo tecrîda giran a ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên hêzên dewletê ser Bakurê Kurdistanê çalakiyên cuda tên pêşxistin û nerazîbûn zêde dibin. Bi nêzbûna salvegera komploya ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re li her deverê kurd di nava çalakiyan denin. Jinên Başurê Kurditanê jî bi pêşengiya RJAK'ê di nava çalakiyan denin û nerazîbûnên xwe tînin ziman. Jinên ciwan û xwendekarên binarê Qendîlê jî nerazîbûn û helwesta xwe ya li hember tecrîda giran kirî û komploya ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên ser Bakurê Kurdistanê de axivîn.
Keça ciwan a bi navê Kurdistan Husên ragihand ku pirojeya xweseriya demokratîk a Rêberê gelê Kurd dayî despêkirin gav bi gav dikeve meriyetê û doman: "Ez wek keçek Kurd li Başurê kurdistanê komploya navnetewî Rêber Apo dan despêkirin şermezar dikim. Niha jî dixwazin bi tecrîdê ma ji Rêberê me bê agahî bihêlin. Lê çî dibe bila bibe em bi dil, can û fikirên xwe li gel Rêberê xwe ne. Projeya ku Rêberê me ji bo xwe rêvebirina hemû gelan dayî despêkirin piştî Rojava li Bakurê Kurdistanê jî dikeve meryetê. Ji bo wê jî bang li hemu jin û ciwanan her çar aliyê Kurdistanê dikim ku helwesta xwe diyar bikin li hember êrîşên der mirovane. Rêber Apo jin pêşxistiye û ji bo mafên jinan kedek pir mezin daye. dema ku Rêber Apo dîl hat girtin ji mera got; 'Pirojeya min ya ji bo jinan di nîvî de maye. Bila jin bi xwe wê pirojeyê temam bikin.' Em tim di nav hewl û tekoşînê de nin ji bo bi dest xistina azadiya gelê xwe di kesatiya Rêber Apo de. Ez bang li tevahî gelê Kurd dikim ku ji bo 15 sibatê her kes dakevin qadan, li vîn û rometa xwe xwedî derkevin."
Şaciwan Resul jî tecrîda ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Tecrîda ser Rêber Apo tecrîd kirina îradeya azad ya gelê Kurd û hemû jinane. Ji bo wê jî pêwîste berî herkesî jin xwedî li Rêber Apo derkevîn û tecrîdê bişkînin. Ez wek keçek ji binarî Qendîl tecrîda girankirî şermezar dikim û piştgîriya berxwedana bi rumet a Bakur dikim."
Zîlan Resul jî diyar kir ku ew keçên ciwanên Başurê Kurdistanê li hember girankirina tecrîdê bi helwestin û wiha berdewam kir: "Ev tecrîd tê wataya berdewam kirina komkujiyan. Tu hêz nikarin îradeya me bişkêne û Rêber Apo ji me dur bixin. Azadiya Rêber Apo azadiya jinane ji bo wê jî ez bang li hemû jinan dikim di 15'ê Sibatê de dakevin qadan û dawî li tecrîdê bînin."
Mehabad jî daxwiya kirin ku bi komplpyê xwastin gelê Kurd tune bikin lê bila her kes baş bizane ew qet tune nabin û wiha berdewam kir: "Em êrşê dewletên navnetewî şermizar dikin. Komploya navnetewî şermezar dikin. Bila her kes baş bizane gelê Kurd êdî tûne nabe. Wê berxwedan dawî li komployê û tecrîdê bîne."
(zt)