'Bi pîroziya destê jinên cîhan tê guhertin'

10:18

JINHA

STENBOL - Jinên Stenbolê bi gotina 'Bi pîroziya destê jinê cîhan tê guhertin' ji bo zarokên dibin dorpêçan de hatin ba hev û pêlîstok çêkirin.

Gava mirov qala kedê dike jin tê bîra mirovan. Li navçeya Fatîha Stenbolê Şaxa Eruhê (ERUH-DER) bi rihê ku wê gelek tiştan biguherin hatin cem hev. Jinan ji zarokên Cizîr, Sur, Silopî, Kerboran û Nisebînê re kampanya alikarîyê dan destpekirin. Di kampanyayê de alîkariya xwarin û kincan hat berhêvkirin.

Ji jinan Filor Uluk û Fatma Ûnsal hem bi destên xwe pêlîstok çêkirine û hem jinên dinê jî hîn kirne. Jin bi ta û darziyan bebek, pisîk, mêşin û gelek pêlîstikên dinê çêdikin. Di nava karê xwe de jin ser heman mijarê nîqaşan jî dikin. Jinan bi ji bo karê dike û hevkariya xwe ya bi gelê Kurdistanê re keyfxweşiya xwe anîn ziman.

(dt/zt)