Temenek yê têkoşîna jin û kedê

11:22

Pîroz Zırıg/JINHA

DÎLOK - Gûlê yê ku bi keda xwe jiyana xwe rêvedibe, piştî nasîna têkoşîna azadiyê yê jinên Rojava jiyanê wê hat guhertin. Gûlê Rifat Habeş yê ku ji ber êrîşe çeteyên DAIŞ'ê neçar ma were Dîlokê ligel tevahî zehmetiyên jiyanê têdikoşe.

Gûlê Rifat Hebaş (47) yê ji Rojava, ji temenê xwe yê ciwantî ve bi xebatên cur be cur têkoşîna jiyanê daye. Gûlê a ku di fabrîqayê dirûna lihêfê de dixebitî, piştî dayîk û bavê xwe wenda dike, li bajarê Helepê bi cih dibe. Gûlê yê ku li Helepê têkoşîna azadiya jin nasdike wiha dibêje, "20 salan min li Helep jiyan kir. Li Helepê li ba xwişka xwe mam. 20 sal hem xebitîm hem jî min têkoşîn kir. 20 sal min xwe muhtacê tu kesî nekir, her roj min lihêf dirûtin."

Gûlê yê ku bi jîrbûn û xebata xwe dihat nasîn heqê destê xwe di mehê de 6 hezar digrit. Gûlê got, "Ligel çêkirina lihêfan min karên din jî dikir. Şev û roj dixebitîm. Piştî êrîşê DAIŞ'ê xaniyê me tev hilweşîn. Em neçar man derbasî Efrîn3e bibin. Birayê min qeyrana dil derbaskir. Min ew anî nexweşxanê a Tirkiyê. Piştî ez hatim cardin venegerîm Rojava. Ji ber xuşk û birayên min jî hin ji wan li Almaniya hin jî li Stenbolê bi cihbûn. Min jî biryar da ku li vir bi cih bibim ji ber malê me nema ser hev li Rojava."

'6 heyvan li fabrîqeye pela de xebitîm'

Gûlê piştî hat Dîlokê ji aliyê karsazan ve kedê wan hat dagir kirin. Gûlê yê ku beramberî kedê xwe nedît wiha dirêjî da gotina xwe, "Li Tirkiyê dagirkirina kedê heye. Dema hatim Tirkiyê min gelek zehmetî kêşa. Jiyan gelek zehmete û qîmeta kedê mirov nîne. Li fabr3ıqeyê pala yê Başpinarê 6 heyv xebitîm. Mehê 600 lîra didan min û ewlekariyê canê min nînbû." Gûlê da zanîn ku niha ew 9 mehin karê zarok xwedîkirinê dike û wiha dawî li gotina xwe anî, "Ez û jina ku li ba wê dixebitim em herdu muhtacê hevin. Eger ez nînbim ew nikare bi tenê xwe li neviyê xwe binêre. Eger ew jî nînbe min ê li Tirkiyê jiyan nekiriba."

(rc)