'Wê dîrok qedexeya derketina zarokan yê kolanan afuneke '
11:51
JINHA
ENQERE - Esîn Koman li Komeleya Zarokan yê Gundemê di panêla 'Zarokên ku nikarin derên kolanan' de wiha got, "Wê dîrok qedexeya derketina zarokan yê kolanan afuneke."
Panêla "Zarokên ku nikarin derên kolanan" Li Şaxa Tûm Bel Sen a Enqerê hat li dar xistin. Di panêlê de parêzerê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, Rojnamevan Kemal Goktaş, Parlementerê Êlihê Mehmet Alî Aslan, ji Şubeya SES yê Enqerê Fîkret Çaglayan û ji Komêleya Zarokan yê Gundemê Esîn Koman amede bûn.
Parêzer Rojhat wiha got: "Ev bê huquqî bi salane li hember me tê pêk anîn. Li ser navê Tirkbûnê zarok tên qatilkirin. Ev ne pirsgirêkê yek kesiye. Ev bûyer dê tenê bi Kurdistanê ve sînordar nemîne. Ev bê huquqî bi mekanîzmeya paqijkirinê tê pêşberî me."
Rojnamevan Kemal Aktaş jî wiha got: "Ev şer bandorek mezin ser jin û zarokan çêdike. Ji zarokên Filîstînê ên ku kevir davêjin re dibêjin genaral, lê belê zarokên Kurdistanê wek terorîst bi nav dikin. Serokwezîrê Tirkiyê zarok û jinan hedef digre û kujeran bê ceza dihêle."
Esîn Koman a ji Komeleya Zarokan yê Gundemê jî derbarê mijarê de wiha got,"Wê dîrok qedexeya derketina zarokan yê kolanan afuneke. Divê em hîn bibin zarok li pişt xendekan çi jiyan dikin. Divê em bi wan re bipeyivin. Em ê çi bikin divê em zanibin. Ji rewşa heyî em şerm dikin."
(dt/rc)