Jina ducanî ji ber dereng mayîna ambulansê jiyana xwe ji dest da
12:43
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê jina bi navê Zêrîn Uca ya ducanî ya ku qeyrana dil derbas kir ji ber ku ambulans dereng hat jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku rewşa awarte di roja 55. de berdewam dike, ji ber ku ambulans ji aliyê hêzên dewletê ve tên astengikirin û dereng digihin nexweşan, welatî ji canê xwe dibin. Jina bi navê Zêrîn Uca (22) ya ducanî, li mala xwe ya li Sikaka Çali ya Taxa Surê qeyrana dil derbas kir. Zêrîn, ji ber ku ambulans saet û nîv dereng hat malê, jiyana xwe ji dest da. Li ser bertekên malbatê, koma tenduristiyê ji malbatê re got "Polîs di noqteya lêgerînê de em rawestandin ji ber vê em dereng hatin."
Cenazê Zêrîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
(rc)