Jin ji bo 'nobeta jiyan' li Sûmerparkê tên ba hev
12:59
JINHA
AMED - Li ser banga Hewildana Jin Ya Ji Bo Aştî (BÎKG) jinên ku ji bo 'nobeta jiyanê' berê xwe dan heremê ji aliyê polîsan ve di ketina Amedê de hatin rewastandin. Ji bo pêşwazîkirina jinan bi pêşengiya KJA'yê çalakvanên 'nobeta jiyanê' li Sûmerparkê civiyan.
BÎKG ji bo êrîş û dorpêçên li Bakûrê Kudistanê tên meşandin banga piştiriya berxwedanê kiribû. Jinên ku piştgirî dan kampanya ji bajarên Enqere, Stenbol, Îzmîr, Edenê û Mêrsînê ji bo tevlî 'nobeta jiyanê' bibin duh ketibûn rê. Wesayîtê jinan yê ku di rêde gelek car rastî qontrolê hatiye vê carê di ketina Amedê de ji aliyê polîsan ve hatin rewastandin. Jin ji bo qontrolkirina nasnameyan tên rawestandin.
Li aliyê din ser banga Kongreya Jinên Azad ji bo pêşwazî kirina mêvanan jin li Sûmerparkê civîn. Bi sedan jin dirûşmeyê "Bijî berxwedana Sûrê", "Toma akrep ferq nake YPS-JIN afûnake", "Jin jiyan azadî" berz dikin bê navber.
(rc)