Li Cizîrê madeyên kîmyewî avêtin kanalîzasyonan!

13:19

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê hêzên dewletê ku bi îddiaya "PKK'yî bikar tînin" kanalên av û kanalîzasyonê girtin niha jî madeyên kimyewî avêtin kanalîzasyonan.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê ku rewşa awarte di roja 55'emîn de didome, hêzên dewletê yên bi sedan malan xira kirin pişt re jî bi îddiaya ku "PKK'yî bikar tînin" kanalên av û kanalîzasyonê yên bajêr girtibûn. Hate diyarkirin ku niha jî hêzên dewletê madeyên kîmyewî avêtin kanalîzasyonê. Madeya ku bêhna gaza bîberê jê tê, ji kanalên avê tê heya nav malan. Her wiha li bajêr, market, firin û eczexaneyên ku ji bo pêdiviyên gel vekirîbûn, ji aliyê hêzên dewletê ve hate girtin.

Bîlancoya Cizîrê a 55 rojan qiran dibe

Li navçeya Şirnex Cizîrê, dorpêçî û wehşeta dewleta Tirk a di bin navê "qedexeya derketina derve" de tê meşandin, di roja 55. de ye. Li taxa Cûdî ya navçeyê, ji jêrzemîna di nava raya giştî de weke 'jêrzemîna wehşetê' tê naskirin, ku 15 birîndar, 7 cenaze û 9 sivîlên ji hal ketî lê asê mane, ev 7 roj in agahî nayê wergirtin. Ji bo wergirtina birîndaran herî dawî di 4'ê Sibatê de ambûlansên Şaredariya Şirnexê bi rê ketibûn û xwe gihandibûn kolana Bostanci, lê belê bi nêzîkbûna ambûlansê re hêzên dewleta Tirk dest bi barandina topan kiribûn. Bi mîzansena 'şer heye' hêzên dewleta Tirk ambûlans vegerandibûn.

L jêrzemîna wehşetê 10 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li aliyê din, berî 2 rojan derket holê ku li jêrzemîna avahiyeke din a li taxa Cûdî 37 birîndar hene û ji ber topbaranê qatên jorê yên avahiyê şewitî. Şaredariya Cizîrê ya bi şewatê hesiya, ekîbên xwe yên arkujiyê şand herêmê, lê belê hêzên dewleta Tirk li vê derê jî bi mîzansena 'şer heye', nehiştin arkuj şewatê vemirînin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê bi xwe li avahiyê ye dabû xuyakirin, ku şewat bi odeyekek jêrzemînê ketiye, 9 birîndarên li vê odeyê ji ber şewatê jiyana xwe ji dest daye. Duh danê êvarê zarokê bi navê Abdullah Gun ê 16 salî, ku xwest derkeve derveyî avahiyê û li derdorê binêre, bi guleya hêzên dewleta Tirk hat qetilkirin. Di nava du rojan de 10 kesan li vê avahiya duyemîn a wehşetê, ji ber êrîşên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dane. Zarok jî di nav de 27 birîndar li avahiyê ne û hat ragihandin ku dest û rûyên wan ji ber agirê bi avahiyê ket, şewitiye.

Walîtiya Tirk a li Şirnexê heman tişt dubare dike

Walîtiya Tirk a li Şirnexê, ku li şûna ambûlansê maşînên zirxî şand avahiya birîndar lê ne û banga 'teslîm bibin' kir, îdîa kir ku PKK'an agir bi avahiyê xistine. Di her du jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê de heta niha 17 birîndar ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Cenazeyên mirovên hatine qetilkirin, li cihê lê ne.

(rc)