Li Silopi cihê 7 jinên hatine qetilkirin...
13:54
JINHA
ŞIRNEX - Navê 7 jinên di dorpêç û êrîşên hêzên dewletê de hatin qetilkirin hîna di nava taxan de olan dide. Ji kolana 7 rojan Taybet lê razayî, heya baxçê Ayşe lê hatî gulebaran kirin û bin pira Sêvê, Pakize û Fatma lê hatîn înfaz kirin; hemû şopên berxwedana jinan tên xêz kirin.
Berxwedana 7 jinên di bin dorpêç û êrîşên hêzên dewletê yên 37 rojan berdewam kirin û 29 sivîl qetilkirin li hemû kolanên Silopiyayê tê hîskirin. Li navçeya hişmendiya deshilatiya mêran xwîna jinên qetilkirî tevlî ava dibin pirê di herikî de kirin. Li kolanên dinê yên navçeyê jî tekoşîna jinên li mal, kolan û zarokên xwe xwedî derketî dixwiyê. Di kolanên Silopiyayê de şopa berxwedana Şirin Altay, Ayşe Buruntekin, Axin Kanat, Taybet İnan, Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar dixwiyên.
Ayşe Buruntekin...
Dema ku Ayşe Buruntekin di 20'ê kanunê de ji bo zaroka xwe şîr bigire ji malê derket ji aliyê sekvanan ve hat gulebaran kirin. Ayşe ya ku ji sînga xwe birîndar bû û ji yana xwe ji dest da, cenazê wê 6 rojan di malê de û 3 rojan jî di mizgeftê de ma. Keça Ayşe Hatice Buruntekin, tiştên jiyan kirî wiha anî ziman: "Dema ku dayîka min gulebaran kirin, jimbira min jî li gel bû. Her du bi hev re derketin derve, ji aliyê sekvanan ve hedef hatin girtin û hatin gulebarankirin. Di wê navberê de jimbira min beziya hindirê malê bi qêrênî da zanîn ku dayîka min birîndar bûye. Dema ku em derketin derve me dît dayîka me bê can li nava baxçê mala cîranê me ketiye. Despêkê me ji nefesa wê zanî hîna jiyan dike. Em li polîsan geriyan û me abolans xwest. Xaltiya min wan daketin nava baxçê ji pêplîngan sedî çêkirin û dayîka min ser wê birin malê de."
Hatîce got, "6 rojan tevî cenazeyê diya xwe yê bê rih di xaniyek de mam. Duvre me bir mizgeftê û li wir jî 3 roj ma. Bê agahî bidin me biribûn Nexweşxana Dewletê yê Şirnexê. Em gelek li cenazeyê dayîka xwe gerîn, kes agahî nedida me. Ez goristana diya xwe jî nizam li kure. Bê agahiyê me veşaritine. Xwedê ji wan razî nebe. Birayek min yê 1 salî heye, dê bê dayîk mezin bibe." Hatîce da zanîn ku polîsan bi darê zorê wan ji malê derxistiye û birine salona sporê û wiha pêde çû, "Leşker û polîs hatin serê kolanan û ji bo valakirina taxan anons kirin. Ên ku derneketin jî bi darê zorê derxistin. Min bertek nîşan da, li hember vê polîsek got, "Xwedê belayê xwe li ên ku vê yekê bi me dan jiyan kirin bide."
Pakîze Nayir...
Em berê xwe didin dikana kuaforiyê a Pakîze yê ku di temenê xwe a biçûk de dest bi kar dike. Di serî de armanca vekirina dikanê ji bo piştgiriya malbatê bû dûvre xebatê xwe mezin kir. Pakîze piştî cihê xwe di nava siyasetê de bi aktîfî girt dikana xwe dewrî xuşka xwe Fîdan kir. Fîdan wiha got, "Herî dawî min tevî pakîze dikan girt. Piştî wê êdî min Pakîze nedît. Niha bêy wê min vekiriye, hestek giran avadike di mirovan de. Diyariyê Pakîze ji min re ev dikan bû. Ez ê li şûna wê berdewam bikim. Pakîze bi tevahî pirsgirêkên malbatê re mijûl dibû, ji bo xwe muhtacê kes neke vê dikanê vekir." Fîdan da zanîn xendek ji bo dewletê hincete û got armanca dewletê qetilkirin û qirkirina Kurdane.
Biraziya Pakîze Zîlan Nayir jî wiha qala meta xwe kir, "Girêdanek mezin di navbera mede hebû. Tevahî pirsgirêkê min meta min Pakîze çareser dikir. Gelek alîkarî dida, ji ber vê taybet mendiyê min gelek jê hezdikir. Pakîze ji govendê û seyranê hezdikir. Ligel xebatê xwe bi mera jî mijûl dibû. Qet ji bîra min naçe, dema ku Êzidî hatibûn Silopî meta min piştgirî dida wan. Ji zarokan re zexîre û cil sitand. Dewlet xendek dike hincet û me qetil dike. Ma li Enqerê û Sûrê xendek habû. Ji bo qetil bike hincet digere. Êdî bese bila mirov nemirin."
'Taybet Înan...
Qetilkirina Taybet Înan jî di dîroka bi xwîn yê dewletê de bi tîpên mezin hat nivîsandin. Taybet Înan a ku bi armanca vemirandina agirê malê derketibû kolanê li ber çavê zarokên xwe ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin. Keça Taybet jî wiha qala dayîka xwe kir, "Divê dewlet vê yekê baş zanibe, em ê dev ji Kurdibûna xwe bernedin. Cenazeyên me bi rojan nava kolanan de dihêlin. Em ti tiştê dewletê naxwazin. Piştgiriya ku bidin ma qey wê dayîka me vegerîne? Êdî bila ev zilm bi dawî bibe. Em li vir ji bo dayîk û zarokên xwe digrîn, ew rihet radikevin. Bila kes qala wekhevî û biratiyê neke."
(zt/rc)