Parêzerê Zeynep Celaliyan ji bo rewşa wê serlêdan kir

14:24

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerê Zeynep Celaliyan Mihemed Şerîf da zanîn ku li gel ku muvekîlê wî 8 sale girtiye, lê heta niha jê re destûra ji bo demekî derkeve derve nehatiye dayîn û got: “Bi şertê ku li pêş kamera li xwe mukur were destûrê jê re tê dayîn.”

Parêzerê girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan li ser rewşa dawî ya Zeynep daxuyaniyek da û diyar kir ku destûra ji bo demekî derketina derve ji Zeynep re nayê dayîn û got: “Cara dawî çar meh berê me daxwaznameyek ji bo ku ji Zeynep re destûra ji bo demekî derketina derve, were dayîn, pêşkêş kir. Lê belê ev daxwaza me nehate pejirandin. Yan destûr nadin yan jî dibêjin pêwîste bi şert be.”

Parêzer Mihemed ragihand ku dibe şertên dayîna destûrê jî li xwe mukurhatin, li pêş kamerayê û tiştên bi vî rengî be.Parêzerê Zeynep Celaliyan diyar kir ku ji destpêka girtinê heta niha muvekîla wî pirsgirêka wê ya çav heye û demek dirêje ev nexweşî pê re heye. Mihemed Şerîf wiha dirêjî da gotina xwe, “Bi salane pirsgirêka wê ya çav berdewame û hertim dermanan bikar tîne.”

Zeynep Celaliyan niha di girtîgeha bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê de girtî ye. Demek beriya niha nûçeyên li ser vê yekê ku rayedarên girtîgehê dixwazin bi zorê ji Zeynep îtirafan li ber kamerayê bigrin hatin belavkirin. Berê li ser Zeynep cezayê darvekirinê hebû û paşê bi zextên civaka navnetewî û saziyên mafê mirovan dakete cezayê heta hetayî. Parêzer Şerîf her wiha da zanîn ku ew hewl didin cezayê heta hetayî daxin 15 salan ku hêj encamek negirtine.

Li Rojavayê Kurdistane jî Yekîtiya Star hemleyek ji bo azadiya Zeynep Celaliyan daye destpêkirin. Kampanya îmzeyan li hemû bajarên Rojava rastî elaqeyek mezin tê. Jin wê îmzeyên hatine komkirin ji Netewyên Yekbûyî û rêxistina mafê mirov a cîhanê re bişînin.

(rc)