Li hember ambargoyê alternatîfên civakî
15:05
JINHA
TILTEMIR - Îro li komûna Ş. Jiyan ya gundê Til Ehmar ya girêdayî bajarê Til Temir şekir hat belav kirin.
Hikûmeta Herêma Başûr li ser Rojavayê Kurdistanê ambargo daniye û di encamê de destûr nayê dayîn ku hin amûrên jiyanî bên pêşwazî kirin. Ji bo gel di vî warî de nekeve tangasiyê û bikaribe pêdiviyê xwe pêk bîne rêveberiya Xweser ji meclîsên bajêran xwest bi rêya komînan li ser gel şekir were belavkirin. Di vê çarçoveyê de komînan li gundê Til Ehmar a girêdayî Til Temir şekir belav kir. Hevseroka komîna Til Ehmar Newroz Şêxmûs derbarê vê mijarê de wiha got, " Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistan bi taybet ev 10 roje nahêlin şekir were kantonê. Lê me hin tedbîr girtibûn û îro bi rêya komînan re şekir hat belavkirin û her malbatekê 5 kîlo şekir stend." Jinan jî kêfxweşiyê xwe nîn ziman û gotin ew helwesta rêveberên herêma başûr şermezar dikin. Jinan destnîşan kirin ku ligel zor û zehmetiyê jiyanê ew ê nehêlin bandorê li jiyanê bike.
(ja/rc)