Jinên Wanê jî bo Cizîrê derketin qadan
15:26
JINHA
WAN - Jinên Wanê ji bo şermezarkirina komkûjî û qelîamên li Cizirê pêk tên meşek girseyî li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê.
Kongreya Jinên Azad ( KJA) li Wanê ji bo balê bikişinîne ser komkûjî û êrîşên li Kurdistanê pêk tên meşek li dar xistin. Jinên Wanê li ber avahiya Navenda Rojînê li hev kom bûn. Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Wanê Caziyê Duman, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Wanê, aktîvistên KJA'yê û bi sedan jin tevlî meşê bûn. Jinên ku tevlî meşê bûn bê navber dirûşmeyên wek "Bijî berxwedana Cizirê" , "Bijî berxwedana gelê kurd" û "Gelê Cizîrê ne bitenê ye" berz kirin û jinan heya Parka Musa Anter ya navenda Wanê bi çêpik û tilîliyan dan.
Piştî meşê Endama rêxistina DBP'ê ya Wanê Alev Taş li sar navê jinan daxuyanî xwend. Alev di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta tirk ji maha hezîranê û şûn de li ser gelê kurd komkujiyên dijwar pêk tînê û armanç dike ku gelê kurd bi komkujiyan tune bike. Alev bertek nîşanê êrîş û komkujiyên li Kurdistanê pêk tên da û got, "Dewlet tu carî nikare berxwedana Cizîrê hilweşîne û gel dev ji berxwedana xwe bernade."
'Dewlet nikare ji biharê re bibe asteng'
Alev anî ziman ku dewleta tirk ji ber hêza jinên kurd ditirse li Cizirê sê jinên şoreşger û siyasetmedarên kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Uyar qetîl kir û wiha axivî: "Bi mahan e ku dewlet li Kurdistanê konsepta şer dayê destpêkirin û welatiyên sivîl qetil dike. Dewlet dikare kolanan hilweşîne lê nikara ji biharerê bibe asteng."
Alev bal kişand ser 37 welatiyên sivîl ên ku di jêrzemîna avahiyê de ji aliyê hêza dewletê ve hatinê astegkirin û bi şewatê dixwazin ber bi mirinê ve bibin û wiha berdewam kir: "Heja tu kesî xwe ne gihandiya 37 welatiyên ku di jêrzemînê de ne û ev çend rojin ku li heman cihê şewata 2. derket. Li Cizîrê êrîşên hov tên kirin û mirov bi zindî tên şewîtandin. Bila dewlet û rêveberên Tirkiyê demîldest vê şerê rawestinin."
Alev di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kes kir ku bila her kes deng bibe dengê Cizirê. Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
(kom/ho/rc)