‘Ev agir dê her kesê bişewitîne’
15:31
JINHA
ÊLÎH – Parlementera HDP’ê Saadet Becerîklî di çalakiya pêşengiya HDP’ê de bi armanca şermezarkirina êrîş û dorpêça li ser Kurdistanê de axivî û bi gotina “Ev rê ber bi xetere yê ve diçe” banga dawî kirina êrîşan li hikumeta AKP’ê kir. Hevseroka HDP’ê ya Êlîhê Rojda Surucu jî anî ziman ku divê gelên Tırkiyê li hemberî êrîşên ser Kurdistanê bêdeng nemîne û got ku azadiya gelên Tırkiyê bi azadiya gelê kurd re derbas dibe.
Hikumeta AKP’ê şerê li dijî Kurdistanê bi êrîş û komkujiyan re dayî dest pê kirin her diçe kur dibe û êrîşên bi hemû cûreyên wahşetê jî li ser gelê kurd tê meşandin. Li Cizîrê ev 15 rojin di bodruma avahiyek de birîndarên benda dermankirinê bi qetilkirinê re rû bi rû ne. Li Êlîhê bi pêşengiya HDP’ê bi armanca şermezarkirina êrîş û dorpêça li ser Kurdistanê û kiryarên li dijî birîndarên Cizîrê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya li ber Sînemeya Yılmaz Guney hatî dayîn de Parlementera HDP’ê Saadet Becerîklî, Hevşaredarên Êlîhê, Rêveberên Rêxistinên DBP û HDP, nûnerên gelek saziyên sivîl jî piştgirî dan daxuyaniyê.
Parlementera HDP’ê Saadet Becerîklî diyar kir ku birîndarên li Cizîrê di jêrzemîna avahiyê de tên rawestandin terikî mirinê kirine û got ku hikumeta AKP’ê şerê dayî dest pê kirin her diçe kur dike. Saadet bi gotina “Ev rê ber bi xetereyê ve diçe” hikumeta AKP’ê hişyar kir û wiha berdewam kir: “Divê birîndar demildest bên dermankirin. Piştî dermankirinê ger sucê wan hebe bila werin darizandin. Agir ket malan û dilê dayikan dişewite. Divê gelên Tirkiyê jî li hemberê kiryarên hikumeta AKP’ê bêdeng nemîne. Ev agir dê her kesê bişewitêne.” Saadet piştî daxuyaniya xwe gelê Êlîhê xwedî derketina çalakiya dengderxistinê kir.
Hevseroka HDP’ê ya Êlîhê Rojda Surucu jî anî ziman ku hikumeta AKP’ê çapemeniya taybet yê şer kiryarên xwe meşru dike û wiha got: “Dewleta AKP’ê bi rojane rewşa pevçûnê nîşan dide û hewl dide ku gelê kurd komkujiyê derbas bike. Mirovahî ji li hemberê vê yekê kor, ker û lal e. AÎHM jî wekî AYM’ê biryar dide û ji komkujiya li ser gelê kurd re dibêje erê.”
Rojda bilêv kir ku divê gelên li Tirkiyê jî li hemberê wahşeta li ser Kurdistanê sekna xwe nîşan bide û axaftina xwe wiha domand: “Heya ku gelê kurd azad nebe gelên Tirkiyê jî azad nabe. Gelên Tirkiyê ji bo azadiya xwe divê deng bide azadiya gelê kurd. Ji bo mirovahiyê, ji bo rawestandina şerê li ser gelê Sur û Cizîrê em bibin dengê berxwedanê.”
Piştî daxuyaniyê çalakî bi diruşman dawî bû.
(ozp/zt)