Jinan Menekşe bi qurnefîlan oxir kir

15:37

JINHA

MÊRDÎN - Endama YPS-Jin Ergun (Roza Botan) a di êrîşên hêzê dewletê ya li Cizîrê jiyana xwe ji dest da, li navçeya wê Nisêbînê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.

Endama YPS-Jin Menekşe Ergun (Roza Botan) a 10’ê Çileyê di êrîşên terora dewletê ya li Cizîrê jiyana xwe ji dest da, li navçeya wê Nisêbînê ya Mêrdînê bi merasîmek cenaze ya bi tevlîbûna bi sedan kesî ve hat defnkirin. Cenazeya Menekşe ya ji aliyê MEYA-DER’ê ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat wergirtin, bi konvoyek wesayîtan ve anîn navçeyê. Ji bo Menekşe li Qada Newrozê merasîma cenaze hat lidarxistin. Di merasîma cenaze ya bi tevlîbûna Hevşaredarên Nisêbînê, MEYA-DER, Dayikên Aştiyê, Meşvanên Botanê, endamên DBP û HDP’ê û her wiha bi sedan kesî bi dirûşmeyên, “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne”, “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Cizîrê” hatin berzkirin.

Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, Hevserokê Mêrdînê yê MEYA-DER’ê Abdûllatîf Tabar axivî û diyar kir ku ciwanên Kurd bi salan e ji bo gelên Kurdistanê canê xwe dikin diyarî û wiha dom kir: “Xwedî li vê mîrateya têkoşîna ku ciwanên Kurd canê xwe di oxirê de didin, deynê stûyê tevahî gelê Kurd e.”

Pişt merasîmê jinan darbesta Menekşe hildan ambûlansê û bi karwanek wesayîtan birin gundê Gurînê a Nisêbînê a ku dayik bûye spartin axê. Di dema defnkirina cenaze de malbat û xizmên Menekşe lorandin û kêliyên hestewar jiyîn. Cenaze bi dirûşmeya “Şehîd namirin” hate defnkirin. Piştî karên defnê gora Menekşe bi qurnefîl, binevş û kulîlkan hate xemilandin.

Ji bo Menekşe serdanên sersaxiyê wê li Mala Sersaxiyê ya Taxa Devrîmê bên qebûlkirin.

(rc)