Vîyan Soran li Stêmbol hat bîranîn

15:39

JINHA

STÊNBOL - Li Taxa Gazîya Stênbolê jinan Fermandara YJA Star Vîyan Soran bibîranîn.

Bi pêşengiya Aktîvîstên Kongreya Jinên Azad (KJA) li Taxa Gaziya Stênbolê Fermandara YJA Star Viyan Soran a di salan 2006 de ji bo tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agir berda bedena xwe bi çalakiyekê hat bibîranîn. Di çalakiyê de ji bo Viyan Soran sînevîzyon hat weşandin. Piştî sînevîzyonê Perî Adalmiş axaftinêk kurt kir û got: "Divê em rêhevala Viyan Soran ji bo xwe mînaka girêdana rexistinê bigrin. Divê em birêxistin bin. Gelê metrepolan ji bo rêveberiya cewherî bêdeng dimîne, ev jî dewleta kujer bi hêz dike. Em ê şoreşa jinê mezin bikin û li hember êrişên dewletê bi rihê têkoşertiya Viyan Soran tev bi gerin."

Rêvebera navçeya HDP'ê Turkan Esen, tevlîbûna jina a şoreşê bi wate ye û wiha dom kir: "Bajarê ku lê rêveberiya cewherî heyî li hember êrîşên dewletê berxwedanek mezin heye. Divê li Kurdistanê em berxwedanê mezin û tekoşîna jinê bilind bikin."

Bîranîn bi durişma "Wê tekoşîna me bi giyana Viyan bimeşe" bi dawî bû.

(dt/zt)