Hatîce: Dixwazin me wek kola bidin xabitandin

17:30

JINHA

ENQERE - Mamosteyê Îngilîzî Hatîce Yuksel ji ber tevlî daxuyaniya çapemeniyê bû hat surgun kirin. Hatîce got, "Hikumet dixwaze me wek kola bidin xabitandin."

Mamosta Îngilîzî Hatîce Yuksel ya ku bi hinceta tevlî daxuyaniya çapemeniyê bibû, surgunî navçeyê Aralika Trabzone kirin. Hatîceya ku li ber Wezîre Perwerde rojek ket greva birçîbûnê wiha got, "Kedkarên mûxalîf an tên surgun kirin an jî ji erk tên girtin."

'Dixwazin bi sistema koletiyê me bidin xebitandin'

Hatîce balkişand ku dixwazin di şexsê wê de hemû kedkar bê deng bikin, "Ez niha li Trabzone karê xwe berdewam dikim lê belê ev surguntiya ku li hember min pêk tê hem ne heqî hem jî suce. Ne tenê min dixwazin tevahî kedkar ceza bikin. Hikûmet dixwaze êrîşî baweriya me bike û bi sîstema koletiyê me bidin xebitandin."

Hatîce da zanîn ku têkoşîn li hember pergalê weke berpirsyariyeke û wiha dawî li gotina xwe anî, "Heya ev surgunî bi dawî bibe û ez vegerim ser karê xwe dê têkoşîna min bidome."

(dt/rc)