Di mehek de 134 kes ji Başurê di deriya Ege de xeniqîn

18:01

JINHA

SILÊMANÎ - Sekreterê giştî yê Federasyona Penaberên Iraqê ragihand ku tenê di sala 2016’an de 134 koçberên Herêma Kurdistanê di deryaya Ege de xeniqîne, ku cenazeyên 50 ji wan wenda ne.

Îro li Qehwexaneya Kulturî ya Silêmaniye yê Sekreterê giştî yê Federasyona Penaberên Iraqê Deştî Cemal daxuyaniyek çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniya çapemeniyê de Deştî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Derya Ege re xwest û got: “Jiyana hemwelatiyên Herêma Kurdistanê di qeyrana siyasî, aborî û civakî de ye. Ji ber vê yekê gelek kes bi taybet ciwan direvin û berê xwe didin welatên derve. Ji bo wê jî em rojane nûçeyên mirina ezîzên xwe dibîhîzin û dilê me têşe.”

Deştî di civîna çapemeniyê de da zanîn ku divê tev bi hevre ji desthilatê re bêjin ku jiyana kole xelkê me dikuje û wiha berdewam kir: “Bila mirina ezîzên me we naçar bike ku li şûna hûn bifikirin çawa cenazeyan bînin, bifikirin hûnê çawa bikarin jiyana xelkê baştir bikin. Bifikirin hûnê çawa bikarin xelkê zindî bikin.”

Deştî bal kişande ser bîlançoya sala 2015 û 16’an û wiha dewam kir; “Di van du salan de 388 hemwelatiyên Herêma Kurdistanê di Deryaya Ege de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di 2016’ê de cenazeyên 84 kesan hatin dîtin û heya niha cenazeyên 50’ê kesî jî winda ne.”

Deştî dewama axaftina xwe de wiha jî peyîvî; “Îro saet 18.00’ê wê cenazeyê 25 ji wan penaberan bigehin balafirgeha Hewlêr û cenazeyên 25 din jî dê û di demek herî nêz de bigehên Başûrê Kurdistanê. Tenê di 2015-16’ê de 200 hezar welatiyên Iraqê koçberî welatên derve bûne.”

Deştî daxuyakirin ku pêwîst e hikûmeta Herêma Kurdistanê anîna cenazeyên van penabaran bigire ser xwe û wiha dewam kir; “Pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê anîna cenazeyên penaberan û mesrefên wan pêk bîne û tezmînat bide malbatên wan. Her wiha li ser penaberên heya niha agahî jê nayên girtin, lêkolîn bikin. Zextê li hikûmeta Tirkiyeyê bike ku ew tora kesên penaberan bi rêyên qaçaxçitiyê derbas dikin bigire.”

(şb/rc)