Li hemberî dagirkeriyê 28 serhildan, serhildana 29'emîn; PKK

09:00

Hulya Okalîn /JINHA

WAN - Ji destpêka dîrokê heya roja îro dewletên dagirker li ser xaka Kurdistanê zilmê li gelê kurd dike û bi polîtîkayên şer dixwaze hebûna kurdan ji holê rake. Li çar parçeyên Kurdistanê li dijî polîtîkayên şer 28 serhildana serî hilda û hemû ji bi riyên îxanet û xapandinê têkçûn. Serhildana 29'emîn ya dibin Rêberitiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de serî hilda her ku çû mezin bû û niha jî bûye serhildana çar parçeyên Kurdistanê.

Di 24'ê Tirmeha sala 1923'an de li hevhatina peymana Lozanê erdnîgariya Kurdistanê di navbera çar welatên dagirker yên weke Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê de hate parçekirin. Di her parçeyê Kurdistanê de tevahiya berhemên hebûna gelê kurd, ketin ber talankirin û pişavtina tirk, ereb û farisan û ji dîrokê heya roja me ya îro li ser civaka gelê kurd polîtîkayên tunekirin û talankirinê hate meşandin. Gelê kurd li hemberî ewqas zor û zehmetiyan serî ne danî û ji bo azadiya bêhempa têkoşiyan û li ber xwe dan. Ji damezirandina Komara Tirkiyê heya roja me ya îro 28 serhildan li dijî zilmê serî hilda. Ji van serhildana gelek bi îxanet û xapandina dagirkeran têkçû û negihan armanca xwe.

'Serhildana 29'emîn li dijî kelhên zilmê serî hilda'

Serhildana 29'emîn di sala 1978'an de dibin rêbertiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li dijî kelhên zilmê serî hilda û her ku diçe berfireh dibe. Ev serhildan bi mezinbûna xwe re bû serhildana çar parçeyên Kurdistanê. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her dem xwest ji roja ewil heya roja îro bi riyên aştiyane pirsgirêka gelê kurd ya heye çareser bike. Lê belê li hemberî daxwazên aştiyane dewleta şerxwaz hertim di nava bê bêxtî û polîtîkayên şer de bûn.

'AKP'ê îxanetê bi pêvajoyê kir û pêvajoyê birindar kir'

Ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve di salan 2013'an de ji bo pirsgirêka kurd bi riyên aştiyane were çareser kirin riyên diyalogê hatin vekirin û heya giha asta muzakereyan. Di pêvajoya diyalogan de tevî 3 sal derbas bûn jî tu leşker, polîs û gêrîlayan jiyana xwe ji dest ne dan. Lê belê dewleta tirk ya ku ji agirbesta yek alî firsend dît, kete nava polîstîkayên qirêj yên şer. Dewleta Tirkiyê di vê navberê de li Kurdistanê dest bi çêkirina HES, bendav, qerekol û kalekolan kirin. Piştî ku hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirkiyê amadekariyên xwe yên şer qedan din, pêvajoya çareseriyê ya giha mutabqata Dolmabahçeyê xira kir û îxanet li pêvajoyê kir.

Piştî ku hikûmeta AKP'ê û Serokomar Erdogan îxanet li pêvajoyê kir û pêvajo birîndar kirin, yek bi yek nûnerên şer derketin holê û dest bi konseptek şer ya nû û kûr kirin. Bivê yekê Erdogan û AKP'ê konsepta şerê xwe yên qirêj li bakurê Kurdistanê xist dewlerê.

Gelê bakurê Kurdistanê yê ku demildest li polîtîkayên îmha û tunekirinê hişyar bûn, li navçe û bajarên xwe dest bi îlan kirina rêveberiyên xwer kirin. Êdî gelê bakur biryar girt ku ne ji aliyê dewletê ve were rêveberin xwe bi xwe rêvebibe. Di sedsala 20'an de ya ku gelê kurd tune dihat hesibandin, êdî gelê kurd xwest di sedsala 21'an de bibe xwedî statu. Dewelata şerxwez ya ku xwe li îradeya gel negirt bi hemû çekên giran tanq û topan êrîşî qadên xweser kirin. Di encama van êrîşan de di nav de pitik, zarok, ciwan, jin, mêr û kalên îxtiyar jî sedan welatî bi awayek hovane hatin qetilkirin.

Kolanên bakûrê Kurdistanê bûn qada berxwedanê

Li dijî polîtîkayên îmha û tunekirinê li bakurê Kurdistanê di pêşengtiya ciwanan de eniyên berxwedanê hatin vekirin û li dijî hişmendiya faşît yekîneyên parastinê yên weke Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) û Yekîneyên Parastina Sivîlan Jin (YPS-Jin) hatin avakirin û her kolanek bakurê Kurdistanê kirin qada berxwedanê.

AKP di şexsê Ocalan de gelê kurd tecrît dike

Hikûmeta AKP'ê piştî li Kurdistanê şerek kûr xiste dewrê û pêvajoya çareseriyê xirab kir, xwest di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de gelê kurd tecrîd bike. Ji sala 1999'an heya roja îro li ser Ocalan tecrîdek girankirî tê meşandin. Dîsan ji 27'ê tîrmeha 2011'an ve parêzer nikarin biçin gireva Îmraliyê. Her wiha dîsan heyeta Îmraliyê ji meha nîsanê ve nikarin bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Bi vî awayî bi mehane tu agahî ji Ocalan nayê girtin.

(ho)