Di 'kampa komkirinê' ya Silopiya de îskence li jinan kirin

09:45

JINHA

ŞIRNEX - Li Silopi di 37 rojên êrîş û qirkirina nijadî de li kampên komkirinê gelek îskence û sepandinên dermiroviyên weke tacîz û êrîşê ser jinan kirin.

Li Silopiya di 37 rojên êrîşên qirkirina nijadî de weke kampên Nazi yên Elmanya Salona Sporê ya Taxa Yenişehîrê jî kirin kampa komkirinê. Bi zorê welatî ji malên wan derdixistin û dibirin li wê bicîh dikirin. Her roja diçe qirêjiyek din ên di qampê de hatî jiyîn derdikeve ber çavan. Di dema komkirinê de bi zorê jin ji malên wan derdixistin, gelek îskence û bêmafiyên dermirvî li wan kirin. Jinan îskenceya dema komkirinê li wan kirîn vegotin.

'Tiştên ku mirov nikarin li mirovan bikin...'

Guzel Kiran da zanîn ku ew ji mala wê ya li Taxa Başak bi zorê derxistin û birin qampa komkirinê. Guzel destnîşan kir ku bi hezaran welatî bi zorê ji malên wan derxistin hemû kirin yek sira û wiha birin kampa komkirinê. Guzel bilêv kir ku her dem hêzên dewletê tehdîdên weke "Hunê vî bajarî biterikînin" li wan dikirin û wiha domand: "Dest danî ser nasnama me hemûyan. Hemû di bin venêrîna GBT yê re derbas kirin. Bi dorê ser her kesê lêgerîn kirin. Lêgerîna wan ser me dikir û tiştên ji bo me rewa dîtin, ti mirov li ji bo ti mirovan rewa nabîne û li ti kesê nakin. Dema ku hinek li hemberî wan sepandinan derdiketin dihatin darb kirin."

'Me ne terikand, emê ne terikînin'

Nuray Balik jî anî ziman ku ji heman malbatê 21 kes ew derxistin û birin qampên komkirinê. Nuray diyar kir ku hem di derê mala wan de hem jî di derê salona sporê de ser wan lêgerîn kirine û wiha berdewam kir: "Polîsên mêr ser me û hemû tiştên me lêgerîn kirin. Em bi rêde heya wê derê birin. Em hemû girtin bin qeyîdên qemereyan. Dema em ji wê derxistin jî, ji bo me gotin herin hun kude diçin herin. Em zorî koçberiyê dikirin. Lê li gel mala me anîne rewşa neyê xebitan din jî me Silopî ne terikandiye û emê têdebin. Em li vêderê jiyana xwe berdewam bikin. Emê vana jibîr nekin. Van ser me birînên kur vekiriye."

'Cerdevan jî hebûn'

Sabriye Gizer jî da zanîn ku ew 15 kes bi zorê ji malê derxistin û birin qampa komkirinê. Sabriye destnîşan kir ku bi zora çekê ew birin, heya di rê de dema hinekan xwe nerazî dikirin ew înfaz dikirin û wiha dom kir: "Em bi zora çekê dibirin. Beriya me jî hinek biribûn. Dengên 'wan gulebaran bikin, wan gulebaran bikin' dihatin. jinek û mêrek gulebaran kirin, paşê jî çî bi wan her du kesan em nizanin, êdî me nedît çî lê hatin. Cihê me pîr, kal û zarokan hebû, gelek sarbû. Li gorî xwe hinek ciwan ji nava me digirtin û dibirin. Ew ciwan ne anîn salona sporê. Dema ku em li malên xwe vegeriyan jî hemû bi erdê ve kiribûn yek. Tiştên nayên gotin dikirin. Heya ser kincên me yên binî jî lêgerîn kirin. Cerdevanan jî alîkariya wan dikir."

(zt)