Di Otelek Hewlêr 14 Jinên Filîpîn Şewtîn

09:58

JINHA

HEWLÊR - Li bajarê Hewlêr di encama şewata otelekê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dan ku tev ji dervey Kurdistanê ne û 14 ji wan jinin.

Li cadeya Gulan ya bajarê Hewlêrê duh danê sibê agir bi beşa mesac ya otela Capîtol ket, di encama şewata derketî de 17 kesan jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane biyanî ne. Derbarê sedema şewata otelê de heya niha ti daxuyanî nehatine dayîn. Lê li gorî agahiyên bi dest ketine, şewat ji ber sedemê pirsgirêka ceryanê pêk hatiye. Nasnama kesên şewtîne ji aliyê waliyê Hewlêr Newzad Hadî ev agahî dan: 19 kes şewtîne, ji wan 14 jin bi giştî 15 filîpînin, 3 kes ji Tikrît û 1 jî Filistîniye. 10 xebatkarên agir vemirandinê jî birîndar bûne.

Li ser mijarê parêzer nazenîn Husên got: "Di demek wisa ku rojane cenazeyê koçberên Kurd vedigere, bûyerek bi vî rengî cihê gumanane."

Aktîvîsta rêxitinên jinan Jiyan Hemîd jî diyar kir ku beşê herî zêde jin lê heyî derketina agir ne tesadufe û wiha domand: "Di navenda bajarê Hewlêr de mirina ew qas jinan tiştek asayî nîne." Jiyan da zanîn ku ew jî bi fikarin ji bo wê jî wê li ser derketina şewatê bê deng nebin û lekolîn bikin.

(şb/zt)