Li Silêmaniyê rêxistinên jinan ji bo dawîbûna sunetê civiyan

10:24

JINHA

SİLÊMANÎ - Li bajêrê Silêmaniyê ji bo pêşîlêgirtina sunt kirina jinan konfiransek hat li darxistin û di konfiransê de ser tedbîrên ji bo pêşîlêgirtina sunetê nirxandin hatin kirin.

Bi giştî roja 6'ê sibatê weke roja sineta jinan hatiye diyar kirin. Ji bo li hemberî sineta jinan baldarî bê çêkirin li bajarê Silêmaniyê yê başurê Kurdistanê konfiransek hat li darxistin. Konfirans ji aliyê Rêxistina (WADÎ) ve hat amadekirin. Di konferansê de Parêzer Şoxan Ehmed û gelek aktîvîstên rêxistinên jinan amadebûn. Di konferansê de ser giştî rewşa jinan û tayîbetî jî ser sunetê nirxandin hatin kirin. Di konfiransê de bi awayek berfireh li ser dîroka sunetê li kurdistanê û çewaniya rû bi rû bûnê gotû bêj hat kirin. Di konfiransê de hikumeta Başur jî hat şiyar kirin ji bo derfet bidin jin karibin xebatên xwe yên rêxistinî bimeşînin.

(şb/zt)