Kurd li peyî rometê ne, AKP di derdê îmajê de ye!

10:35

JINHA

AMED - Hat zanîn ku qaymaqam alikarî ji bo Sura dibin dorpêçê dene komkir bi destê AKP'ê tê belavkir. Paşê hat hînbûn ku alikarî bi dîzî ji derveyî bajêr tê belavkirin.

Li navçeya Sura Amedê ku du mihin dorpêç û êrîşên hêzên dewletê ser berdewamdikin. AKP li navçeyê ji bo îmaja xwe fêlbaziyên cuda dike dewrê. Gelê Surê mecbur man malên xwe bi têrikînin û gelek mal rastî goça bi zorê hatin. Qaymaqamiya navçeyê alikariya kom dike, bi amblemê partiya AKP'ê li welatiyên alîgirên partiye xwe belav dike.

Ji bo ku destura sazî û partiya nîna alikariyê bilav bikin Pariya AKP'ê bi dizî koliyê alikariyê bi amblemê xwe belav dike. Bi qamyona ji partîyê birin û li derveyî navçeya Surê alikarî bi destê AKP'ê hat belav kirin û hêjî ev leystik berdewam dike.

Li gorî dîtina bûyerê gotin ev alikarî nagihîjê malbatên hewcehiya wan pê heye, diçe ji piştvaniya AKP re. Piştî vê hîleya ku ji aliyê çapemeniyê ve hat dayîn vêcarê jî ji derveyî bajer hat belav kirin. Jina bi navê M.T, wiha got: "Me nizanî bû ku alikarî ji aliyê AKP'ê ve tê dayîn, pêşî li qamaqamîyê didan û reqema me û navnîşana me girtin. Gava vê carê kolî hatin amblemên AKP'ê li ser bûn. Eger me zanîbana me ev alikarî negirtibana û ez ne diçûm qaymaqamiyê jî."

(dt/zt)