Jinan nobeta piştgiriya Surê ji êvarî heya sibê bi tilîlî yan berdewam kir

10:53

JINHA

AMED - Li Sumerparqê jinan ji bo piştgiriya Surê bi tilîlî yan "Nobeta jiyanê" girtin.

Bi banga Hewla Jinan a Ji bo Aştiyê (BIKG) ji gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê jin hatin Amedê. Jin ji aliye KJA yê ve hatin pêşwazî kirin û bertekên xweyên li hember şer nîşan dan. Piştî çalakiyê jinên ji bajarên dîn ji bo piştgiriya Surê hatin berbi bajarên wan ve hatin oxirkirin li Sumerparqê jinan "Nobeta jiyanê " berdewam kir. Nobeta ku ji bo Surê di roja 17'an de jinan bi tilîlî yan li ber agir stran gotin. Di saetên êvarî de bi destpêkirina baranê re jinan nobeta xwe li salona resepsiyon ê domandin.

Jinan bi sibihê re nobeta jiyanê bi paqijiyê, pêxistina agir û gerandina govêndê berdewam kir.

(dt/zt)