Ji 2 jêrzemînên Cizrê yên bi dehan birîndar têdene agahî nîne!

11:01

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ji bîrdarên ku 16 roj in di jêrzemîna avahiyekî de li benda alîkariyê ne ev 9 roj in jî ji wan agahî tuneye. Ji birîndarên li jêrzemîna avahiyekî din de ne, ji wan 9 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin şewitandin jî 2 roj in agahî nayê girtin. Li navçeyê firin, ezexane û marketên ku gel pêdiviyên xwe yên lezgîn bi cih tînin jî heta "fermanekî duyemîn" girtî ne.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê êrîşên rêveberiya awerte kete roja 56'emîn. Li taxa Cûdiyê welatiyên ku ji ber êrîşên hêzên dewletê birîndar bûn û li jêrzemîna avahiyekî de ne jî 16 roj in hê jî nebirine nexweşxaneyê. Herî dawî bi wan de parlamenterên HDP'ê dema ku bi Wezareta Karên Hundir ve hevdîtin pêk anîn tekîlî danîbûn. Di jêrzemînê de 15 birîndar, 7 cenaze û 9 kesên li birîndaran dinêrin hene ev 9 roj in agahî tuneye.

Hemû hewldan hatin astengkirin

Ambulansên Şaredariya Cizîrê yên ji bo birîndaran gelek caran çûn, her carê bi hinceta "pevçûn heye" hatin astengkirin. Endamên SES û TBB'ê yên ku ji bo alîkariya birîndaran 8 roj in hewl didin biçin Cizîrê jî ambulansa wan bi hinceta "belge kêm in" hate girêdan. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî banga "Em bi tenduristvanên dildar re dixwazin biçin birîndaran werbigirin" jî ji aliyê hikûmetê vê hê jî nehatiye bersivandin. Endamên TTB û SES ji bo ku bikaribin biçin Cizîrê îro dîsa bikevin nava hewldanan. Li aliyê din meşvanên Botanê dê îro dîsa hewl bidin biçin Cizîrê.

Ji jêrzemîna 2'yemîn du roj in agahî tuneye

Li taxa Cudiyê di jêrzemîna ku di êrîşa hêzên dewletê de 9 kes şewitîn û ji yana xwe ji des dan û zarokek jî dema derket derve ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin a 27 birîndar hene jî ev 2 roj in agahî nayê wergirtin. Herî dawî Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç gotibû ku dora avahiyê hatiye dorpêçkirin û anonsa "teslîm bibin" li birîndaran tê kiri, zarokê bi navê Abdullah Gun ê ku xwestibû derkeve derve ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû qatilkirin.

Heta fermana duyemîn dan girtin

Li aliyê din li navçeyê dorpêç her diçe girantir dibe. Li navçeyê ezexane, firin, market ên ku ji bo gel pêdiviyên xwe yên lezgîn bi cih bînin vekiribûn jî ji aliyê hêzên dewletê ve "heta fermanekî duyemîn" hatin girtin. Li gelek welatiyên ku ji bo pêdiviyên xwe bi cih bînin derketin dervê hatin binçavkirin û bi hinceta "qedexeya derketina derve bin pê kirine" cezayê pere hate birîn.

(zt)