Jinan ji Serokwezîr gotin: Li me sîberê neke em tişetek din naxwazin
11:55
Duygu Erol/ JINHA
AMED - KJA û jinên endamên KCD'ê bertek nîşanî 'Master Eylem Plani' ya Serokwezîr Ahmet Davutoglu dan û gotin: "Li me sîberê neke em tiştek dinê naxwazin."
Jinên Kongreya Jinên Azad (KJA) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê bertek nîşanî 'Master Eylem Plani' ya Serokwezîr Ahmet Davutogluya bi navê "Hevdîtina Biratiyê" ya ji 10 madeyan pêktê dan. Endama KJA yê Meryem Ozdemir Ok diyar kir ku piştî 7'ê Hezîranê êdî ne mase ne tiştek wiha nemaye û wiha domand: "Master Planî bi giştî aliyê dinê ne PKK ne jî sazumaniya li vêderê nedîtine, li gorî xwe li muhataban geriyane. Lê tiştek wiha bêyî aliyên dinê jî girtina nava xwe pir ne gengaze. Ger aliyên siyasî negire nava xwe pir ji bo ekonomî û civakbûnê jî nikare tiştekê bikin. Pirsên weke dê di vê planê de kî cih bigirin tîne hişê mirovan."
Endama KCD'ê Guldane Kiliç jî Stockholm Sendromu bibîrxist û got: "Hêzên mexduran dixin wê rewşê xwe weke mexdur nîşan didin. Davutoglu jî vê keşîv kiriye, lê şaş keşif kiriye. Hem gelekê mexdur dikin, hem qetil dikin, hem jî asîmle dikin û paşê jî ji bo xwe bidin dîtin weke hêza rehablîte nîşan didin, ev tiştek trajî komîke. Ji xwe ev gel di ferqa her tiştên tên jiyan kirinedene. Tenê em dikarin bêjin ser me sîberê nekin wekedinê em tişetkê ji we naxwazin."
(du/zt)