Asayîşa PDK'ê ya Hewlêrê êrîşî meşvanan kirin 2 jin birîndarin

12:39

JINHA

HEWLÊR - Welatiyên li Hewlêrê ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê û êrîşên ser Bakurê Kurdsitanê berdewam dikin meşiyan rastî êrîşên hêzên asayîşa PDK'ê ya Hewlêrê hatin. Di êrîşan de du jin birîndar bûn.

Bi sedan welatiyên ji Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) hatin û welatiyên Hewlêrê bi armanca şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê û piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê ji ber Îtalî City a Hewlêrê dest bi meşê kirin û heya ber Sefaretxaneya Neteweyên Yekbûyî Meşiyan. Dema ku meş gihişt ber Sefaretxaneya Neteweyên Yekbûyî (NY) xwestin têkildarî komploya 15'ê Sibatê û berxwedana Bakurê Kurdistanê nameyekê pêşkêşî Sefaretxaneya Neteweyên Yekbûyî bikin, lê rastî êrîşa bi gule û jopan ên polîs û hêzên asayişa Hewlêr a PDK'ê hatin. Êrîşên hêzên asayîşa PDK'ê ya Hewlêrê ser meşvanan berdewam dike. Di êrîşê de hêzên asayşê de du jin birîndar bûn.

Hîna rageşî berdewam dike.