Li Cizrê wêneyên polîtîkaya dewletê ya koçberiyê
13:32
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ku êrîşên qirkirinê didome, wêneyên li taxa Nûrê hatin kişandin tabloya ku hêzên dewletê bi êrîşan derxistine holê radixe ber çavan.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li dijî êrîşên hêzên dewletê berxwedana gel di roja 56'emîn de ye. Hêzên dewletê bi hezaran leşker, polîs, tank û çekên giran ve navçe gulebaran kirin û wêneyên ku hatine kişandin pêkanînên dewletê jî radixe ber çavan. Li kolana Varol a taxa Nûrê tê dîtin ku malên ku nehatine texrîbkirin nemaye. Li taxa ku bi dehan mal hatine xirakirin hêzên ji bo ku gel xwe negihîne ceryan û avê jî trafa û depoyên avê tên hedef girtin.
Di wêneyan de tabloya ku tê dîtin îspat dike ku gel tê xwestin koçber bibin.
(zt)