KJK: Em jinên Ekvatoriyên li hember zilmê bêdeng nemane slav dikin

13:45

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJK'ê helwesta jinên Ekvadorê ya li hember Serokomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan slav kirin û gotin: "Ev çalakiya jinên Ekvadorî û xwedîderketina gel li çalakgeran, ji bo me gelekî hêja û watedar e. Em li herêmên cuda yên cîhanê dijîn jî, em parastina heman nirxan dikin. Lewma jinên Ekvadorî ev yek hîs kir, li dijî rejîma AKP'ê ya polîtîkaya qirkirinê li ser Kurdistanê ferz dike derketin, seknek nîşan dan û ev yek ji bo me gelekî girîng e."

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK), li ser protestokirina Serokomarê Tirk Tayyîp Erdogan li Ekvadorê, daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye, "Jin û ciwanên Ekvadorî yên li dijî mêtîngerî û darbekariyê xwedî dîrokeke dirêj a berxwedanê ne, em helwesta wan a li dijî Serokomarê Tirk Erdogan nîşan da, silav dikin. Em, şîdeta serkêşê rejîma dîkta ya faşîst a Tirk Erdogan û parêzvanên wî ya li jinên Ekvadorî kirin, bi hêrs û tundî şermezar dikin. Gelekî ku ti carî teslîmî darbekaran nebûye, ti carî ji têkoşîna ji bo azadiya xwe venegeriya ye. Weke şopdarên Sîmon Bolîvar, civakeke ku xaka xwe ji faşîstan parastiye. Gelê Ekvador, bi taybetî jî jinên Ekvadorî gelekî baş faşîzm û darbekariyê nas dikin. Dîktatoran baş nas dikin."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku bi pêşengiya jinan pêr li paytexta Ekvador Qûîto, Serokomarê Tirk Erdogan bi qîrîna dirûşmên 'Kujer' û 'Erdogan ji vir derkeve' hat protestokirin û hat gotin, "Di şexsê wan her sê jinên rêxistinbûyî yên ev çalakiya bi bandor pêk anîn de, em gel û Tevgera Jinên Ekvadorê bi hestên xwe yên şoreşgerî silav dikin. Di heman demê de em wan kesên li pêş salona Erdogan lê diaxivî xwepêşandana protestoyî kirin û piştgirî dan gelê Kurd, silav dikin.

Dewleta Tirk û serkêşê vê dewletê Erdogan, bi mehan e li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê Kurd siyaseta qirkirinê û terora dewletê ya topyekûn dimeşmîne. Berdêla protestokirina vê dewletê û serkêşê wê Erdogan, li Ekvadorê jî rasthatina li şîdetê ye. Jinên Ekvadorî li welatê xwe rastî şîdeta parêzvanên taybet ên Erdogan hatin. Welê lê hatiye ku Erdogan êdî ne tenê di nava sînorên dewleta Tirk de, li tevahiya cîhanê xwe mîna sûltan dibîne û jê heye ku dikare li her derê şîdetê bike. Şîdeta parêzvanên taybet ên Erdogan li hemberî jinên Ekvadorî, nîşaneya zîhniyeta baviksalarî û faşîst a dewleta Tirk e. Ruhê wî yê qirkirinê yê sînoran nas nake, radixe pêş çavan. Jinên Ekvadorî jî heman piştî êrîşê gotin, 'Eger li welatê me vî tiştî bi serê me dike, wê çaxê Xwedê zane li welatê xwe çi dike'. Bi vê gotinê re li ser rastiya dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê tespîteke gelekî rast kirin.

Ev çalakiya jinên Ekvadorî û xwedîderketina gel li çalakgeran, ji bo me gelekî hêja û watedar e. Em li herêmên cuda yên cîhanê dijîn jî, em parastina heman nirxan dikin. Lewma jinên Ekvadorî ev yek hîs kir, li dijî rejîma AKP'ê ya polîtîkaya qirkirinê li ser Kurdistanê ferz dike derketin, seknek nîşan dan û ev yek ji bo me gelekî girîng e.

Weke Tevgera Azadiya Jinên Kurd em careke din xwişkên xwe yên Ekvadorî bi hestên şoreşgerî hembêz dikin, silav dikin. Ji hevrêyên xwe yên Ekvadorî yên li welatê xwe rastî êrîşa dewleta Tirk hatin re şîfa xêrê dixwazin. Em şîdeta dewleta mêr a îro di şexsê rejîma dîkta ya faşîst a Tirk de şênber bûye şermezar dikin û yên ev şîdet kirine û dane kirin, lenet dikin."

(zt)