Wan ji bo Cizîrê meşiya

15:06

JINHA

WAN - Welatiyên Wanê ji bo şermezarkirina komkûjî û qetlîamên li Cizîrê pêk tên şermezar bikin meşêk girseyî li dar xistin.

Li Wanê bi pêşengiya HDP, DBP û KJA yê bi hezaran welatî ji bo şermezarkirina êrîşên hêzên dewletê yên ser Cizîrê meşiyan. Welatiyên Wanê ji aliyê Çohaz petrol, Sebze halî û Tuşbayê ve li ber Îkînîsanê gihan hev û meşiyan. Di meşê de welatiyan pankarta "Teslîmyet dibe îxanetê, berxwedan dibe serketinê" vekirin. Welatiyên bi diruşmên "Bijî berxwedana Cizîrê", "Gelê Cizîrê ne bitenê ye" û tilîliyan dest bi meşê kirin rastî astebgiya polîsan hatin.

'Dewlet nikare armanca xwe pêk bîne'

Piştî meşê Hevserokê DBP'a Wanê Okkeş Kawa daxuyanî xwenda û diyarkir ku dewleta tirk bi mahane ser gelê kurd komkojiyan pêk tîne; "Dewlet nikare kurdan bê deng bike, nikarin kurdan xelas bikin."

Çalakî bi tililî û sloganan dawî bû.

(kom/zt)