Li Cizîrê 4 cenaze hatin dîtin
15:08
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê li kuçeyekê cenazeyê 4 kesên ku nasnameya wan nediyar hatin dîtin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku dorpêç û êrîşên rêveberiya awarte lê didomin li kuçeyekê cenazeyê 4 kesên nasnameya wan nediyar hatin dîtin. Ji cenazeyan 2 jê li Kuçeya Hûzûrê, 2 yên din jî li Kuçeya Paraşutê hatin dîtin. Cenazeyên ji hêla ambulans û wesayîtên cenazeyan ên aîdê Şaredariya Cizîrê ve hatin hilgirtin, birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Hate zanîn ku cenazeyên ku nasnameyên wan nediyar yên kesên ku di demên berê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn qetilkirin in.
(zt)