Dayîkên Aştiyê yên Kobanê dayîkên Bakurê Kurdistanê silav kirin
15:33
JINHA
KOBANÊ - Dayîkên Aştiyê yên Kantona Kobanê li Navenda Yekîtiya Star ji bo piştevaniya berxwedana Bakurê Kurdistanê daxuyanî dan.
Dayîkên Aştiyê yên Kantona Kobanê li Navenda Yekîtiya Star ji bo piştevaniya Bakurê Kurdistanê daxuyanî dan. Di daxuyaniya Dayikên Aştiyê de berxwedana Nusêbîn, Amed, Ferqîn û Cizîra Botanê hate silavkirin. Ji dayîkan Ferîde Kenco daxuyanî da û got: "Destpêkê em weke dayikên Kobanê dayikên Bakûr silav dikin, yên ku êşdikişin û rojane parçe ji kezeba wan qut dibe. Bangawaziya me ji hemû dayikan re heye ku dest bidin hev. Ya ku êş dikişe û rastî zilmê tê dayîk in. Bila li her deverê çalakî werin çêkirin. Bese, bila êdî kezeba dayîkan neşewite. Bese êdî xwîn bisekine."
Ferîde wiha domand: "Zarokên wan zarokên mene, êşa wan êşa me ye. Em bangî qetilên ku bi tangan êrîşê sivîlan dikin, çareserî bi girtinê, bi kuştinê, bi xwîn rijandinê nabe. Dîsa em bangî hêzên Navnetewî dikin yên xwe alîgirê aştiyê dibînin bila hişyar tevbigerin." Di dawiya daxuyaniyê de Dayîkên Aştiyê azadî ji Rêberê PKK'ê Abdulah Ocelan re xwestin.
Daxuyanî bi tilîliyên dayîkan bi dawî bû.
(ze/zt)