TİHV: Di dorpêçan de 224 sivil hatin qetilkirin
16:26
JINHA
ENQERE - Li gorî rapora Wexfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) qedexeya derketina kolanan bandor li ser jiyana milyonek û 377 mirovan kiriye û 224 sivîlin jiyana xwe jidest daye.
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) li ser binpêkirina mafê tenduristiyê û jiyanê yên li bajarên Kurdistanê yên ji ber 'qedexeya derketina derve' raporek amade kir. Li gorî raporê, dorpêçiyê bandor li ser herî kêm 1 mîlyon 377 hezar mirovî kiriye; ji 16'ê Tebaxa 2015'an dema ragihandina qedexeya destpêkê û vir ve 42 zarok, 31 jin, 30 mirovên temenê wan zêdeyî 60 salî ne, herî kêm 224 sivîl hatine qetilkirin. Di raporê de hat ragihandin ku li navçeya Amed Sûrê û li navçeya Şirnex Cizîrê hînê qedexe dewam dike, li navçeya Şirnex Silopiyayê jî qedexe bi tenê di nava rojê de hatiye rakirin.
TÎHV'ê da zanîn, ku li van her sê navçeyan 142 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û ev agahî da: "Li gorî gotinên şahidan; ji 11'ê Kanûna 2015'an heta 5'ê Sibata 2016'an herî kêm 64 mirov li nava mala xwe; 53 ji wa bi guleyan û topbarana ji tankan, 11 jî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ku yekser pêwendiya xwe bi qedexeya derketina derve re heye, jiyana xwe ji dest dane." Di rapora TÎHV'ê de hat ragihandin ku ji ber astengiya hêzên dewletê derxistin pêşiya ambûlansan, herî kêm 31 kes nikarîbûn bên tedawîkirin, lewma jiyana xwe ji dest dane.
Di raporê de hat ragihandin ku divê lêkolînên serbixwe û bê alî bi lezgînî werin kirin.
(zt)