'Jinên dixwazin bênberdan, ewlehiya canê wan nîne'
16:49
JINHA
DÎLOK - Tugba Taş a nexwest ji Yusuf Taş veqatê tevî 9 ferdên malê hat qatilkirin. Platforma Rawerstandina Cînayetên Jinan diyar kir ku jinên dixwazin ji hevserê xwe veqatin ewlahiya canê wan nîne.
Platforma Rawerstandina Cînayetên Jinan ji bo Tugba Taş a di 5'ê sibata salê de hatî qetilkirin daxuyanî dan çapemeniyê. Jinên li Parqa Yeşîlsu yê hatin cem hev panqartên "Bila cezatm kujerên jinan neyên kêmkirin" û dovîzên "Bila ji mêrê kujer re mafên neheqîtiyê neyê dayîn " Bila ji kujerê jina re ceza yê giran werê dayîn" hatin vekirin" jinan durişmên "Kujer mêrin cezayê kêm nedin" hatin berz kirin.
'Ewlehiya canê jinan nîne'
Endama Platformê Zeynep Gok wiha anî ziman: "Jinên ku dixwazin ji hevserê xwe veqatin ewlehiya canê wa nîna.Wek mêrê kujer ê li Dîlokê 9 ferdê malê qatilkirî. Tugba Taş bi sedena ji hevserê xwe veqatandinê ji Stênbolê çûbû ba malbata xwe ya li Dîlokê. Yusuf Taş li pey hat ew û 9 xizmên wê qatilkir."
'Bila dozger ne li aliyê kujere bin, bila jinan biparêzin'
Zeynep wiha berdewan kir: "Hîn jî kujer Yusuf Taş nehatiye girtin, em bangî dozger û Hikumetê dikin bila bisekinin ta em malbatê di parezin, hev berdanê zor nekin. Hîn jî ne derenge bila jinan nexin kurbane malxirabûn ê. Em bang li dewlet, dozger û dadgeh dikin li hember kujeran bisekinin û bila cezayê kujeran newê xwerê."
Piştî Zeynep Endama Şaxa Mafên Mironvan (ÎHD) Ayşê Erkabalci jî wiha axivî: "Bahar Paksoya ku berî vega 4 salan ji aliyê hevserê xwe ve hat qatilkirin. Kujer 4 sal ceza jî nexwar ma ev ne bê mafibe lê çiye."
(dt/zt)