Heyeta Cizîrê hat asteng kirin
17:48
JINHA
ŞIRNEX - Parlamenterên HDP'ê, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek û tendurîstkarên dildar ên ji bo rizgarkirina birîndarên li Cizîrê ku di jêrzemîna avahiyekê de hatine dorpêçkirin, ku ketibûn rê di têketina Cizîrê de hate astengkirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bo rizgarkirina birîndarên ku di jêrzemîna du avahiyan de hatine dorpêçkirin, heyeta ku ji Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Parlamenterên HDP'ê Celal Dogan, Dengîr Mîr Mehmet Firat, Îdrîs Balûken, Dîrayet Dîlan Taşdemîr, Mîthat Sancar, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û ji tenduristkarên dildar pêk dihat, li Mêrdînê daxuyanî dan û piştî daxuyanîyê ber bi Cizîrê ve ketibûn rê, di têketina Cizîrê de hatin asteng kirin. Heyeta ku di rêya Nisêbînê de ber bi Cizîrê ve kete rê, li ser xaçerêya Oyaliyê ya ku li ser rêya Şirnex- Mêrdînê ji aliyê polîs-leşkeran ve hate sekinandin.
(zt)