Koma Helwêst: Sedema hemu qeyîranên Başur deshilatiye

18:42

JINHA

SİLÊMANÎ - Li hember qirîz û qeyîranên sivasî, aborî û civakî li Başurê Kurdistanê zêde dibin û bandora wê ya li ser jinan Koma Helwêst hatiye avakirin. Ji Endamên komê Necîbe Mehmûd got: "Ev êrîş bi armanca astengkirina beşdarbûna jinan di qadên siyasî û abori dene. Bi vî awayî dixwazin bandora jinan li ser pirsgirêkên civakî kêm bikin."

Piştî ku pirsgirêkên siyasî li Başurê Kurdistanê bûne girêka kor û gihiştiye asta qirîzek mezin ku bandor li ser tevahî qadên civakê kiriye, rewşa jinan jî ji berê xirabtir bûye. Roj bi roj bûyerên li ser jiyana jinan tên bihîstin. Bi taybet jî kuştin, înfaz, tecawz û tehdîdên ser jinane. Lê ya herî ku derdikeve pêş kesên alîgirên partiyên siyasî ev nakokî kur kirine, jinên siyasî tên tehdît kirin û bêrêzî li hember wan tê kirin. Herî dawiyê jî dîmenên ku jinan teşhîr dikin di mediyaya civakî de hatine belav kirin. Li ser vê jî komek kesên rewşenbîr bi navê Koma Helwês çêkirin û li dijî van kiriyaran îmza hatine komkirin. Heya niha 317 îmza hatine berhev kirin.

Koma Helwêst li Salona Pirtûkxaneya Gişti ya bajêrê Silêmaniyê girêvayî xebatên xwe daxuyaniyek dan çapemeniyê. Koma Helwêst bi daxuyaniya xwe bal kişandin ser zêdebûna êrîşên demên dawî li ser jinên siyasetmedar û kesayetên civaka sivîl. Daxuyanî ji aliyê Necîbe Mehmûd ve hat xwendin. Necîbe wiha axivî: "Partiyên desthilat li pişt van ragihandina ye. Ev êrîş bi armanca astengkirina beşdarbûna jinan di qadên siyasî û abori dene. Bi vî awayî dixwazin bandora jinan li ser pirsgirêkên girîng ên civakê kêm û lawaz bibe."

Necîbe qirîzên deshilata Başurê Kurdistanê dide avakirin jî wiha anî ziman: "Tevahî qirîzên heyî bandorek zêde ser rewşa jinan dike. Reşkirina ku Îro li hember jinan tên kirin jî çavkaniya xwe ji van bûyerêrn siyasî digre. Civaka Başurê Kurdistanê ber bi helwişîn û tune bûnê dibe. Qirîz êdî ne tenê siyasiye êdî hebûn û nebûna civakê mijara gotinêye. Ev koma me ji hijmarek zêde rojnamevan, rewşenbîr bi giştî ji kesên azadîxwaz pêktê. Êdî rewşa civakê gihiştiye astek ku nuçeyên wisa balkêş û bi êş belav dibin, êdî mêjiyê mirov ranake. Keçek ji aliyê bav û apê xwe ve hatiye tecawiz kirin. Bi sedan bûyerên bi vî rengî nîşana helweşîn û tune bûna civakêye. Bi hezaran kes berê xwe didin koçberiyê herçiqas jî zanin ku ber bi mirinê ve diçin lê mirinê ji vê jiyanê baştir dibînin."

(şb/zt)