Li Cizîrê angaşta komkujiyê piştrast dibe

08:18

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê angaşta ku di encama êrîşên li dijî du avahiyan gelek kes hatin înfazkirin, piştrast dibe. Hate zanîn ku ji cihê komkujiyê heta niha 7 cenaze anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Li Cizîra Şirnexê îdîayên ku birîndar û welatiyên di 2 avahiyên Taxa Cudî de di encama êrîşên dewletê de hatin qetilkirin, hindî diçe piştrast dibe. Di encama êrîşên di seatên êvarê pêk hatîn de hate ragihandin ku gelek kes hatin infazkirin. Di seatên şev de televîzyona dewleta tirk TRT'ê daxuyandibû ku 60 kes di her du avahiyan de di encama pevçûnên derketîn de hatine kuştin. Lê li gorî agahiyên ji hemwelatiyan hatine girtin, di navbera seatên 17.00-19.00'an ku TRK'ê ragihand operasyon pêk hatiye de, tu dengê çekan nebihîstine. Her wiha welatiyan daxuyand ku di wan seatan de tenê dengê teqînek mezin bihîstine. Hate zanîn ku di heman seatan de 7 cenaze jî rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Li avahiyê 10 kes berî niha hatibûn qetilkirin

Li avahiya li Kuçeya Bostanci ya Taxa Cudî ev 16 roj bû 15 birîndar, 7 cenaze û 9 kes mahsûr mabûn. Her wiha li heman taxê li avahiyek din gelek birîndar û kes jî hebûn. Di encama topbarana dewleta tirk de 9 kes ji wan bi şewitandinê hatibûn qetilkirin. Her wiha zarokek 16 salî jî dema bi awayek birîndar dixwest ji avahiyê derkeve hatibû qetilkirin.

Di hesabên medyaya civakî yên hêzên dewleta tirk de jî hate angaştin ku 29 kesan jiyana xwe ji dest daye.

(eb/rc)