Nexweşxaneya Cizîrê ji personelan re hat girtin

08:39

JINHA

ŞIRNEX - Hat hînbûn ku polîsan personelên Nexweşxaneya Cizîrê di odeyek de digre û cenazeyê birîndarên hatine înfaz kirin tînin nexweşxanê. Her wiha hat zanîn ku polîsan di seatên sibehê de gelek tûrên cesedan ji nexweşxanê birine.

Li Taxa Cûdî yê navçeya Cizîra Şirnexe, bi rojane birîndarên ku di jêrzemînê de bendê alîkariyê bûn, ji aliyê hêzên dewletê ve hatin înfaz kirin. Hat hînbûn ku cenaze anîne Nexweşxaneya Dewletê yê Cizîrê. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, polîsan piştî personelên nexweşxanê tev xistiye odeyek, cenazeyên kesên ku înfaz kirine anîne nexweşxanê.

Li aliyê din polîsan di seatên sibehê de gelek tûrên cesedan ji nexweşxanê birine. Ev îddiayên ku tên kirin, komkujiya ku hêzên dewletê bi aweyek plankirî pêk hatiye. Medyayên civakî ên alîgirê hêzên dewletê derbarê kesên hatine înfaz kirin de wêne parve kirine.

(rc)