Xelat Talei: Serkeftina Bakur azadiya Rojhilat e

09:12

Şengar Biradost/JINHA

BEHDÎNAN - Endama Rêveberiya KJAR'ê Xelat Talei diyar kir ku serkeftina berxwedana Bakur azadiya Rojihalatê Kurdistanê bi xwere tine û got: "Berxwedan û serkeftina Bakurê Kurdistanê Berxwedan û serkeftina Rojhilate, gel bi vê hewlestê tevdigere."

Endama Rêveberiya KJAR'ê Xelat Talei li ser berxwedana Bakurê Kurdistanê, helwesta gelê Rojhilat û rewşa Zeyneb Celaliyan nirxandin kir. Xelat da zanîn ku li Rojhilat jî ji bo piştevaniya berxwedana Bakur jin di nava hewildanan denin û wiha domand: "Bi pêşengiya gruba Arîn Mîrkan û Dayîkên Aştiyê li bajarên weke Sine û Mehabad jin çalakiyan lidardixin. Ti cudahî di navbera hişmendiya Îran û Tirkiyê de nîne. Çawa li Bakur gel bi awayek hovane tê qetil kirin, bi heman awayî Îran li Rojhilat komkujiyên cûda cûda pêktîne."

Xelat Talei wiha berdewam kir: "Piştî ku li Bakurê Kurdistanê gel rêveberiyên xwe îlan kirin dewleta tirk dest bi dorpêç û êrîşan kir. Bi armancên qirkirin û tinekirinê êrîş dikin. Dixwazin di êrîşên ser Bakur de vîna gel bişînin. Lê berxwedana ciwanan, dayîkan û jinan tirsek pir mezin xistiye dilê wan. Bi van kiriyarên xwe yên namirovane dide xwiya kirin ku dawî bûyîna deshilata wan nêz bûye."

'YPS-JIN vîna jinên Bakur nîşan daye'

Xelat destnîşan kir ku tayîbet deshilatî jinan hedef digire û wiha dom kir: "Dewleta Tirk bi taybet jinan dike armanc, ji ber ev şoreş bi pêşengiya jin despêkir, ji bo wê jî komkujiyên mîna Silopiyê pêktîne. Avakirina YPS û YPS-JİN peyameke bi wateye ji bo Tirkiyê û hemû cîhanê. Êdî gel biriyara xwe de serkeftin jî nêze. Li Bakurê Kurdistanê tekoşîn bi gotina; 'Berxwedan Jiyane' dest pêkir û bi vê diruşmeyê jî ber bi serkeftinê diçe.

Xwedî derketina berxwedana Bakur erkek wîjdanî, exlaqî û netewiye. Wek em dibînin li herderê xwedî derketin heye lê li Rojhilat zext û zoriyek pir tê meşandin. Li gel hêrs û hestên netewî, bi taybet jî jin li hemî bajêrên Rojhlat piştgîriya berxwedana Bakur dikin. Berxwedan û serkeftina Bakurê Kurdistanê Berxwedan û serkeftina Rojhilate, gel bi vê hewlestê tevdigere. Ji ber ku tu cudahî di navbera hişmendiya Îran û Tirkiyê de nîne, çewa li Bakur gel bi awayek hovane tê qetil kirin, bi heman şêweyî jî dewleta Îranê li Rojhilat komkujiyên cûda cûda pêktîne.

Îro Bakure sibê dora Rojhilate. Dewleta Îranê di xwaze bi Îşkence û darvekirinê çavê gel bitirsîne, ji bo Kurd xwedî li hev dernekevin. Komên jinan yên wek Gruba Arîn Mîrkan û pêşengî kirina Dayîkên Aştiyê li bajêrên wek Sine û Mehabad çalakiyan dikin û tirs xistiye nava rejîma Îranê. Ji ber berxwedana Bakur jî bi pêşengiya jinan tê meşandin. Li Rojhilat jî serkeftin û azadî wê bi pêşengiya jinan pêkwere. Lazime jin hêza xwe ya parastina cewherî çêbike û jinên ciwan têkevin nava refên YPS-JIN."

'Rejîma Îranê ser Zeyneb Celaliyan îskence zêde dike'

Xelat bilêv kir ku li gorî agahiyên gihiştiye wan rejîma Îranê xwastine bi tehdîdan Zeyneb Celaliyan bidin axaftin lê wê nepejrandiye û wiha pêde çu: "Jinên wek Şîrîn Elemhûlî û Zeyneb Celaliyan nimûneyê vîna jina azadin li Rojhilat. Çewa Şîrîn Elemhûyî got; 'Hun karin canê min ji min bigirin ema nikarin azadiya min û baweriya min ji min bigirin', bi vî rengî çu ber sêdarê. Îro jî bi heman rengî Zeyneb di rewşên herî zehmet yên jiyan dike û di bêje 'Hun karin çavên min kor kin, lê hun nikarin îradeya min ji min bistînin.' Ev nimûna berxwedanê ye. Li gorî agahiyên gihiştine me rejîmê xwestiye heval Zeyneb ber kamara bi axive, ew tehdit kirine lê heval Zeyneb nepejrandiye. Bi navê ku rê bidin tedavi bibine tehdidên wiha qirêj kirine. Ew siyaseta Îranê ya qireje. Ji bo we heval jî nepejrandiye car din berxwedani kiriye. Niha Zeyneb çavek xwe ji dest daye, çavê wê yê din jî li ber korbûnê ye. Bi taybet piştî ku ji Kirmanşan anîn Xoyê rewşa Zeyneb her roj xirabtir dibe. Herçend rapora bijîşkan jî heye ku eger neyê derman kirin wê çavê wêyê din jî biçe, lê heya niha rê nedane derman kirinê. Her çend rewşa tendirustiya Zeyneb pir xirbe, lê ji berxwedana xwe hîç kêm nekiriye."

'KJAR ji Jinan re navnîşana azadiyê ye'

Xelat derbarê giringiya rêxistina KJAR jî got: "KJAR ji bo hemû jinên Rojhilat û Îranê pergala civakî ya nû ye kû jin karibin dibin sîwana wê de xwe rêxistin bikin, tekoşîna xwe ya azadiyê xwert bikin û yekbûna xwe çêbikin. KJAR di nav civaka herêmê de pergalek nûye lê ji ber ezmûnê pergala jin li Bakur û Rojava hene em bawerin ku KJAR bi be pêşengê şoreşa Rojhilat û tevahî jinên Îranê ji bo hemû gelên Beluc, Azer û Faris jî. Ji bo wê jî KJAR Ji Jinan re navnîşana azadiyê ye."

Xelat Talei di dawiyê de bang li jin, ciwan û hemû gelê Kurd kir ku bi rihê xwedî derketina Rojava xwedî li berxwedana Bakur derkevin.

(zt)