Ji bo bîranîna Viyan Soran li Jarawe semîner hat dayîn

09:14

JINHA

RANIYA - Ji bo bîranîna Fermandara YJA-STAR'ê Viyan Soran li navçeya Jarawe ya binarî Qendîl semînerk hat dayîn.

Li gundê Kuzînê yê navçeya Jarawe ya binarî Qendîlê ji bo bîranîna Fermandara YJA-STAR'ê Leyla Walî Husên (Viyan Soran) semînerek hat lidarxistin. Semîner ji aliyê Tevgera Jinên Azad a Kurdistan (RJAK) ê ve hat li darxistin bi tevlî bûna hijmarek zêde ji welatiyan. Semînera ser jiyana Viyan Soran destpêkê bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir. Paşê jî kesên bi Fermandar Viyan re mane axvîn, behsa jiyan û têkoşîna Viyan kirin. Pişê jî Endama RJAK'ê Mehabad Şirnex jî diyar kir ku pêwîste jin bizanin ku her jinek dikare bibe şopênerê Viyan.

Mehabad balkişand ser çewaniya tekoşîna jinan li hember koletî û zilmê û got: "Em tenê bi xwe perwerde kirin û bi xwepêşxistinê karin li hember dijminên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê tekoşînê mezin bikin. Jin tenê bi rihê heval Viyan karin pilanên mêtîngeran vala derxin."

(şb/zt)