Delegeyên Konferansê: Konferans ji bo jinên Sûriyê gavek girîng e
09:50
JINHA
DÊRIK- Konferans Jinên Sûriyê ji bo Aştî û Demokrasiyê di 5'ê heyvê de li bajarê Dêrikê hatibû li dar xistin. Di derbara konferansê de delegeyên Suryan, Kurd û Ereb nêrînên xwe anîn ziman.
Konferansa Jinên Sûriyê ji bo Aştî û Demokrasiyê bi dûruşmeya 'Jina Azad Misogeriya Sûriyeya Demokratîk e' li Dêrikê li salona Azar hate li dar xistin. Jinên Kurd, Suryan, Ereb ji rêxistin û partiyên Sûriyê di konferansê de amade bûn. Me di derbara naverok û encama konferansê bi delegeyan re hevpeyvîn çêkir.
Hevseroka Kantona Cizîrê Hedye Yûsuf di serî de sedema li dar xistina konferansê nirxand û got, "Me biryara Konferansa Jinên Sûriyê ji Bo Aştî û Demokrasiyê da. Bi taybet di demekê ku qeyrana Sûriyê gihîştiye asta xwe ya herî bilind, di heman wextê de tevahiya hêzên di Sûriyê de şer dikin, yên li derve ji bo Sûriyê nîqaş dikin di nav bêçareseriyê de ne. Em dikarin bêjin xitmandin tê jîn. Di rewşeke wiha de biryara konferansa Jinên Sûriyê biryareke dîrokî ye. Ev demeke em bi rêxistinên jinan re nîqaş dikin ji bo tev bi hev re biçin konferansê."
Hedye destnîşan kir ku ew konferansê ji bo çareseriya qeyrana li Suriyê dar xistin û wiha pêde çû, "Di van pênc salên borî de ya herî zêde bi êş, kuştin, koçberî re rûbirû hat û êşa vê kişand jin bû. Ya ku herî zêde hate îhmalkirin jin bû. Lê di kêleka vê de li Rojavayê Kurdistanê ya ku herî rola bi bandor mohra xwe li dîrokê xist jin bû. Jinê di Rojava de îsbat kir hêzeke rêxistinkirî ye û dikare ji bo parastina welatê xwe li hember tevahiya êrîşan xwe tevger bike. Di heman wextê de ji bo çareseriya pirsgirêkên civakê, ji bo civak li ser hîmeke nû were avakirin, jin pir çalak di ezmûna Rojava de cih girt. Ev serketinên di Rojava de çêbûn bû zemîn ji tevahiya jinên di Sûriyê de. Lewma tev jinên di nav rêxistinên siyasî, civakî de cih digirin hevkariya vê xebatê kirin ji bo konferans were lidarxistin."
Hedye mijarên di konferansê de derbas bûn anî ziman û got: "Belgenemayeke pêşkêşî konferansê hate kirin. Di belgeyê de nêrîna jinê ya siyasî, çand, civakî û dîrokî bike yek. Her wiha jin gihêştiye wê astê ku di bin sêwaneke siyasî-civakî de were ba hev. Ji bo vê pêwîstiya nîqaşeke berfireh hebû. Di vê konferansê de belgename wek proje hate qebûlkirin." Di derbarê biryara avakirina Heyeta Jinên Azad a Sûriyê de Hedye got: "Ji bo em bikaribin asta xebata jinan bilind bikin û bixin yek Heyeta Jinên Azad a Sûriyê hate erê kirin. Ev heyet wê amadekariya kongreya jinên Sûriyê bike. Di vê kongreyê de dê sîstemeke taybet ji bo jinê were avakirin. Ev sîstem dê bibe sîwana tevahiya rêxistin û jinên Sûriyê. Di bin banê vê sîwanê de dê jin werin ba hev, vîna xwe ya siyasî û civakî û çandî hevbeş bikin."
'Heyet dê ji bo zemînê yekirina vîna jinê bixebite'
Hediye erkên ku konferansê ji Heyeta Jinên Azad a Sûriyê re destnîşankir û wiha dirêjî da gotina xwe, " Heyet dê ji 11 kesan ava bibe. Tevahiya belgeyên ji bo Kongreyê dê amade bike. Ev belge dê hevpeymaneke civakî be ku hemû jin tê de xwedî nêrîn bin. Pergala hundirîn were destnîşankirin ku diyar bike jin li ser kîjan rêgezan tevlî bibe. Di heman demê de heyet dê danûstendinê bi tevahiya jinên Sûriyê yên hundir û derve bide çêkirin. Wiha jî di zemîneke fireh de em bikaribin vîna jinan bikin yek."
'Komîteya hûquqî dê li ser mafê jinê kar bike'
Hediye qala girîngiya avakirina komîteya huquqî a di nav Heyeta Jinên Azad a Suriyê de jî kir û got, "Sûriye divê ji vê qeyrana heyî derkeve û ber bi demokratîkbûnê ve biçe. Ji bo vê jî zagona bingehîn pêwîst dike. Yek ji erka din a heyetê ew e ku komîteyeke huqûqî pêk bîne. Komîte jî dê bixebite projeya tevlîbûna jinê di Sûriyeya Demokratîk de amade bike. Pêşeroja jinê, parastina mafê jinê ev komîteya huqûqî dê li ser kar bike."
'Konferans ji bo jinên Suriyê gavek girînge'
Endama Rêvebira Yekîtiya Jinên Suriyanî Şamîram Şemûn da zanîn armanca wan hêza jinan kirine yeke û wiha got, "Em bi armanca yekirina enerjiya jinê, di vê konferansê de li hev kombûn. Jin di Sûriyê de di 5 salên borî de bi gelek zehmetiyan re rûbirû hat, ji gelek mafên xwe mehrûm ma, herdem bi çavên zayenda duyem lê hate nêrîn. Ligel ku cihê jinê û rola wê di avakirin û pêşxistina civakê de pir mezin bû, lê ev yek herdem li pişt perdeyê ma. Bi rêya vê konferansê me hewl da ku em hêza jinê bînin gel hev û jinê bi awayeke çalak tevlî hemû çalakiyan bikin. Gelek nîqaş û perspektîfên girîng hatin dayîn."
Şamîram diyar kir ku çalakirina jinê di warê gutûbêjên siyasî pir girîng e û wiha pêde çû, "Ji ber em bawer dikin ku hebûna jinê di nava danûstendinên siyasî de wê bandora xwe ya erênî di pêşxistina çareseriyê ji pirsgirêkên aloziya Sûriye re bide çêkirin. Jixwe armanca sereke ya vê konferansê jî ew e ku di Sûriyê de civakeke demokratîk ava bibe. Dema ku ev yek were hedefkirin, hebûna jinê di nava tevahî qadan de bi serê xwe gavên demokratîkbûnê ye. Em di wê baweriyê de ne, biryarên ku ji konferansê derkevin wê biryarên di cih de be ku têkeve xizmeta tevahî jinên Sûriye yê. Em jî weke jinên Suriyan dema ku tevlî vê konferansê dibin, vê weke gaveke dîrokî ji bo jinên Sûriye û bi taybet jî jinên Suriyan dibînin. Tevlîbûna jinên Suriyan li gel jinên ji pêkhateyên din hêz dide mirov û ew baweriya ku bi yekbûyîna jinan û bi hêza wan pirsgirêkên welatê me û civakên me werin çareserkirin pêşdikeve."
'Biryarên bêyî jinê kêm dimîn in'
Endama Rêveberiya PYD'ê Beşîre Derwêş pêk hatina konferansê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got, "Di hundirê Rojava de li ser axek azad evçend jinên ji Sûriyê tên cem hev, ne tişteke piçûk e. Beriya vê jî ji pêkhateyên Sûriyê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk MSD hate avakirin. Niha jî em dixwazin vîna jinê derxin pêş. Çi biryarên werin girtin, çi civîn, rûniştin an jî kongreyên werin çêkirin bêyî vîna jinê esas bigirin, kêm dimînin. Ji ber hewce dike jin helwesta xwe diyar bike û ji tevahiya cîhanê re bêje ez dikarim guhertinê ji bo Sûriyê çêkin. Gelek jin dixwestin di konferansê de amade bibin, lê nekarîn bigihîjin. Bi rêya peyaman kêfxweşiya xwe ji lidarxistina konferansê anîn ziman. Em jî wek jinên di PYD'ê dibêjin jin li kuderê be, wir cihê çareseriyê ye. Bêyî jin biryarên werin dayîn bi ser nakeve. Ev rûniştin di vê wateyê de dê bibe bingehek ji bo Sûriyeya Demokratîk. Hewcehî heye meclîseke jinan ava bibe."
'Jinên Ereb tevlîbûneke baldar çêkirin'
Seroka Buroya Jinên Ereb Xensa El Hemûd ku cihê xwe di nava Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de digre û endama Komîteya Amedekar a Konferansê bû wiha nêrînê xwe parve kir, "Wek jinên Ereb armanca me ya sereke ji tevlîbûna konferansê ew e ku em dengê xwe bighînin tevahî jinên cîhanê, da ku bibe xwedî rol di pêşxistina aştiya di navbera gelan de. Di serî de jî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê proje bê danîn. Ev yek bi hatina jinan a gel hevdû û yekirina hêza wan pêk bê. Me wek jinên Ereb hewl da ku tevlîbûneke çalak ji konferansê re çêkin. Çi di amedekariya konferansê de be, çi jî di dan û stendinên ku di hundirê konferansê de hatiye pêşxistin de be. Jina Ereb jî gihîştiye asta ku bizanibe kîjan biryar rast e û li gorî wê tevlî bibe û têbikoşe."
'Daxwaziya me beşdariya jinan di xebatan de ye'
Endama Partiya Demokratîk a Kurdistanî Sûriyê Nadiye Yûsif jî girîngiya konferansê nirxand û got, "Pêkhateyên Sûriyê hatine bav hev ji bo jin azad bibe. Dirûşmeya konferansê wek 'Jina Azad Misogeriya Sûriyeya Demokratîk e' hatiye destnîşankirin. Ev mijar xwedî wateye. Heya jin azad nebe civak jî azad nabe. Li vir Kurd, Ereb û Suryan kom bûne ji bo biryarên hewce ji bo jinê werin dayîn. Em gihîştin encamên girîng. Ew zihniyeta berê ya ku jin di malê de asê dimîne, di civakê de rol nedileyîst tê şikandin. Daxwaziya me jî ew e ku jin beşdarî xebatên civakî bibe. Em dixwazin jin dest bidin hev, mil bi mil yekîtiya xwe ava bikin."
(kom/rc)