Derbarê komkujiya Cizîrê de daxuyaniyê walî û medyayên alîgir yên bi nakokî

10:07

JINHA

ŞIRNEX - Walitiya Şirnexê ya ku der barê înfazkirina birîndarên li Cizîrê tu agahî neda, bu daxuyaniyekê yek rêzî got "10 terorîst bêbandor hatine kirin."

Li navçeya Cizîr a Şirnexê hêzên dewletê ku bi rojan e amadekariya komkujiyê dikirin duh bi şev êrîşî birîndarên ku li avahiyan asê mane kirin û tevî ku hejmar ne zelal e bi dehan kes qetil kirin. Der barê operasyona hêzên dewletê de agahiyên zelal nayê bidestxistin û Walitiya Şirnexê jî têkîldarî operasyona komkujiyê de daxuyaniyeke nivîskî ya yekrêzî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Li navçeya Cizîr a bajarê me, di operasyona li hemberî endamên Rêxistina Terora Dabeşkar de 10 terorîst hate bêbandor kirin."

Her wiha, nûçeya ku TRT Haberê duh bi şev weşandibû û digot "60 terorîst hate bêbandor kirin" îro ji aliyê medyaya alîgir a AKP'ê ve wekî "30 terorîst hate bêbandor kirin" hate serwîs kirin.

(rc)