'Jiyana nû em ê bi hev re înşa bikin'

10:50

Nurcan Yalçin / JINHA

AMED - Civaknasa Navenda Jinê yê Îştar a Mêrsînê Fahriye Cengîz li hember polîtîkayê komkujiya dewletê ji bo piştevaniyê hat Amedê diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ji hêza jinê ditirse û got ligel her êrîşê ew bi hev re dê jiyana nû înşa bikin.

Li hember konsepta şer yê ku dewlet li Kurdistanê xistiye dewrê bi sedan jin berî du rojan ji bo piştgiriya gelê Kurdistanê hatin Amedê. Derbarê armanca hatinê de Civaknasa Navenda Jinê yê Îştar a Mêrsînê Fahriye Cengîz nirxandin kir. Fahriye diyar kir ku ew ji bo piştgiriya gelê Kudistanê hatine Amedê û wiha got, "Em ji Mersîne ji bo piştgiriye dibin xweseriya cewherî jinên kurd hatin. Li Kurdistanê pêşenga têkoşînê jin dike. Ji ber ve jin ji aliyê dewletê ve tê hedef girtin. Bi vê hatinê xwe re em hînbûn ku hêzek jin yê rêxistinkirî û û îqtîdarê ditirsîne derketiye holê."

'Ligel tevahî êrîş em ê jiyana nû bi hevre înşa bikin'

Fahriye destnîşan kir ku dewlet bê perwe êrîşa jinan dike û wiha pêde çû, "Ligel êrîşan em wek jinên Tirkiyê û Kurdistanê tev bi hevre em ê jiyanek nû înşa bikin. Jin wê hemû bibin yek deng û xweseriya cewherî xurt bikin. Em ê hişmendiya ku dibeje hûn civakê vediqetînin ji hole rakin." Fahriyê da zanîn ku ji hewira şer herî zêdetir zarok bandor dibin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Li Kurdistanê zarok ji şer bandor dibin ev rastiyeke. Ji bo ku em ve rastiyê bibînin sala 90'î bese. Zarokên 90'î dê îro kevirê diwara tekoşîna azad lêbikin. Îro zarok ji mafê perwerdehiya dibistanê û her wekî din bê parin.Yê ku em dibejin zarokin, dewlet wan "terorîs" îlan dike."

'Pêdivî bi çi hebe divê îro bê kirin'

Fahriyê axaftina xwe wiha bi dawî kir, "Zarok ji ber şer bandor dibin, ev zarok gava mezin jî bibin wê di hişewan de bê baweriyek civakî derkeve holê. Li ber çavên wan dayîk, bavê û hevalên wan tên qetil kirin. Ji bo zarokek ev yek gelek girane, divê em baweriyê xurt bikin. Pêdivî bi çi hebe divê îro bê kirin."

(dt/rc)