'Keç û xortên me yên berxwedêr hene'

11:01

JINHA

WAN - Jinên Wanê bertek nîşanê êrîş û dorpêçên dewletê ya ku bi mehan e li Bakûrê Kurdistanê berdewam dike û banga piştgiriyê li her kesî kirin û gotin, "Ciwanên li piştî xendekan in keç û xortên me ne."

Jinên Ebaxa Wanê gotin ku "Keç û xortên me yên berxwedêr hene" û êrîş û dorpêçên li bakûrê Kurdistanê nirxandin. Jina bi navê Antîka Kara (65) salên 90'î bibirxist û anî ziman ku dewlet di wan salan de hevjîn û zorên wan li ber çavên wan îşkençe kiriye û gefa mirinê li wan xarine. Antîka serpêhatiyên xwe yên ku leşkeran çawa îşkençeyê li wan dikir bibirxist û wiha hevok wiha ji lêvên wê hatin war: "Lêkeran her roj di ser malên me de digiritin. Nava xaniyên me tev talan dikirin. Me di xaniyên me de digirtin û bi tu awayî destûr nedidan ku em li derdora xwe binêrin. Niha li Cizirê ji heman tişt tê jiyandin û li ser gelê wê îşkenceyên giran tên kirin. Bi dehan kes dibin jêrzemînê de ne û terkî mirinê hatiyê kirin. Lê çawa ku gelê kurd di salên 90'î de li hemberî zilma dewletê serî danenî niha qet danayne û dê bi xurttir li ber xwe bide."

'Her kesê ku xwedî wîjdan be bila serî hilde'

Antîka gotinê xwe wiha berdewam kir: "Her roj li ser erda Kurdistanê cenazeyên zarokan hene. Kesên ku xwedî wijdan divê li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne û bertekên xwe nîşan bide." Antîka balê kişand li ser berxwedana li Cizîr û Surê û wiha pê de çû: "Bi sedan ciwan ji bo azadiya gelê kurd li hemberî dewletek li ber xwe dide. Bi gorî min kesên ku ji bo vê têkoşinê canê xwe bide şanazek mezin e. Em tenê mafê jiyanê û zimanê xwe dixwazin. Wan malên me talan kirin, zarokên me qetîlkirin û me ji cih û warên me kirin. Dibêjin ku em Musluman in. Lê em tev muslûmantiyê baş dizanin. Di ola Muslûnatiyê de ev tune. Dema ku mijar dibe gelê kurd tev çav sor dibin û êrîşan dikin. Lê gelê kurd li hemberî vê zilmê dê li ber xwe bide. Em êdî bi dijmîn re hogiriyê nakin. Bila dijmin ji vê baş bizane ku em ji îro niha deste ji welat, nasname û serokên xwe bernadin. Heya ku dilopek xwîn di canê me de hebe em ê bi keç û xortên xwe re têbikoşin."

'Ev serhildan tola qetliamên berê ye'

Yek ji jinên kurd ku hemû jiyana wê dibin zilm û zordariya dewletê de derbas bûye jina bi navê Feyfure Şahîn (60) e. Feyfure bal kişand li ser qetîlamên li Cizir û Surê yên ku bi destê dewletê pêk tên û got. "Êrîşên ku dewlet pêk tîne dijî mirovahiyê ye. Ev zilma ku tê kirin li cem wan namîne. Ev serhildana ku îro tê kirin. Tola salên berê ne. Helbet dê hesabên vê komkujiyê jî bê pirsîn."

'Em rastî nêzikatiyên dijî mirovahiyê hatin'

Cahîde Okmez (45) serpêhatiyên xwe yên ku li Silopiya rastî êrîşên hêzên dewletê hatin jî wiha parvekir: "Ez ji bo serdana keça xwe çûm Silopiyayê. Dema ku ez li wir bûm qedexeya derketina derve hate destpêkirin. 15 roj em derneketin derve û di mal de man. Kalekî ku bi me re dima ji bo behna xwe vede derket derve û ji aliyê sekvana ve hate qetilkirin. Bi şev û roj top û tang êrîş dikirin. Zarok ji ber dengan nikarin razan e û gelek ditirsiyan. Gefên mirinê li gelê Silopiyaya dihat kirin. Mala ku em lê diman êrîş hate kirin. Me tevan bi lêdan derxistin derve û diwarên xanî hilweşandin. Li Silopiyayê dijî mirovahiyê dihate kirin. Ev tişt qet nayên ji bîr kirin. Ez bang li her kesî dikim ku bila xwedî li berxwedana Botanê bê derketin."

(ho/rc)